AMED - Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku dewlet bi helwestekî dijminane êrişî xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: “Em çiqas bertekên xurt nîşan bidin ewqas dikarin pêşî li vê qirkirine bigrin.”
Dewleta tirk di çarçoveya polîtîkaya şer de li Kurdistanê ne tenê mirovan, her wiha xwezaya Kurdistanê jî hedef digire. Ji hêlekê bi şewatan ve tune dike, li hêla din jî pêşkeşî rantxwiran dike. Di serî de Şirnex, Amed, Sêrt û Bedlîs, li seranserî Kurdistanê ev qirkirin û talankirina xwezayê didome. Li gorî daneyên Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Rihayê; tenê di nava 7 mehan de ji sedî 7’ê daristanên Şirnexê hatin tunekirin. Li hêla din bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve, ziyaneke mezin dide xwezaya Kurdistanê. Yek ji deverên ku ji hêla UNESCO’yê ve weke mîrateya dinyayê hatiye qebûlkirin jî Baxçeyên Hewselê ne. Lê belê piştî tayînkirina qeyûman, di van salên dawî de pêşkeşî rantxwiran tê kirin û daristana wê tê tunekirin. Herî dawî jî di nava Baxçeyên Hewselê de rêya 25 mîtro tê çekirin û çemê Dijleyê tê tijekirin. Tevî nerazîbûnên sazî û dezgehên bajar jî ev talan didome.
Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û ji akademîsyenên aştiyê Zekî Kanay ku ji ber li dijî şerê li Sûrê derketibû ji Zanîngeha Dîcleyê hate avêtin, têkildarî talankirina xwezayê Kurdistanê bi ajansa me re axivî.
‘PIŞTÎ QEYÛMAN TEXRÎBAT DEST PÊ KIR’
Kanay da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûman, texrîbata li Hewselê dest pê kir û wiha got: “Baxçeyên Hewselê 8 hezar salî ne. Gelek ajal li wir dijîn. Ew di pergala xwezayê de jî çend hezar sal heta roja me hatine. Lê Wezareta Çandiniyê ku ji muxatabên UNESCO’yê, çav û guhên xwe ji vê texrîbatê re girtiye. Lewma roj bi roj zêdetir dibe. Niha jî dixwazin rêya bi firehiya 25 mîtroyan li Hewslê çêbikin. Bi vê yekê dixwazin rê ji rantê re vekin. Dixwazin li wir parkekê çêbikin, çem tije bikin û daran bibirin. Me li dijî vê rapor jî amade kir lê ev texrîbat nedan sekinandin.”
‘BERÊ DI ŞEWITANDIN NIHA JI BO RANTÊ BI KAR TÎNIN’
Bi domdarî Kanay bi lêv kir ku tunekirina xwezaya Kurdistanê bi sala ye berdewam dike û wiha pê dê çû: “Bi vê yekê dixwazin bîra welatê me tune bikin. Mirovên ku li vir debara xwe dikin jî li vir tên derxistin. Anku dixwazin wir ji gel re nehêlin. Ji bo çendek rantxwir ji vir pereyan qezenc bikin, wê derê talan dikin. Ne tenê Hewselê lê ev du sal in li Cûdî dar tên birîn. Çend meh berê li dijî vê çalakî hat lidarxistin lê qirkirina daran hêj didome. Li Pasûr û Liceyê jî heman talan tê kirin. Berê dişewitandin lê niha dibirin û ji bo rantê bi kar tînin. Ji cerdevanan re dibêjin herin bibirin û bifiroş in. Her wiha bi hinceta madenan jî ziyaneke mezin dane xaka Kurdistanê. Li hêla din jî HES hene ku xetereyeke mezine li ser xwezaya Kurdistanê. Êdî çem nemaye ku HES li ser nehatiye çêkirin. Di demên berê de bi şewitandina gundan herêm vala dikirin niha jî bi çekirina bendevan gund û bajaran di bin avê de dihêlin û herêmê vala dikin. Ev, texrîbatên mezin in.”
‘DEWLET WEKE DAGIRKERAN TEVDIGERE’
Di berdewamê de Kanay destnîşan kir ku dewlet bi çavekî dijminane li erdnîgariya Kurdistanê dinihêre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet weke dagirkeran tevdigere. Dibêjin; ‘Ên me nînin û tu çiqasî texrîbatê çêbikî ewqas baştir e.’ Gelê vê derê weke neyarên xwe dibînin. Ev yek, hişmendiya dagirkeriyê ye. Xelkê herêmê koç dikin û li metropolan weke karkerên erzan bi kar tînin. Dibêjin bila muhtacî min bin û bi meqerne û alîkariyên biçûk girêdayî min bin.”
‘ŞER BANDOREKE MEZIN LI XWEZAYÊ DIKE’
Kanay, bal kişand ser êrişên dewletê yên li dijî Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a texrîbkirina xwezayê şer e. Şerê heyî bandoreke mezin li xwezaya Kurdistanê dike. Çendek rantxwir, dagirker û kapîtalîst ji vî şerî sûd digirin. Em jî li dijî vî şerî ne ku dibe sedema mirina mirov, ajalan û xwezayê. Şer, bandorê li avhewayê jî dike. Bi bombebaranan xweza tune dibe, sewal tên kuştin, daristan tên şewitandin. Ev çend sal in li erdnîgariya me baran û berf nayê. Lewma gundî nikarin debara xwe bikin. Ev jî bandora şer a li ser avhewayê ye. Endustriya şer, faktora sereke ya xerabûna xwezayê ye. Di şer de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Divê hemû sazî, rewşenbîr û partî li dijî şer derkevin. Şer, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
‘NE XWEZA LÊ EM MUHTACÎ XWEZAYÊ NE’
Bi domdarî Kanay daxuyand ku texrîbkirina xwezayê bandoreke mezin li ser ajalan, ekosîstemê û mirovan dike û wiha bi dawî kir: “Ne xweza lê em muhtacî xwezayê ne. Ekosîstem bi salan xwe nû dike lê ew di salekê de xerab dikin. Talana heyî di heman demê de çand û xwezaya hemû mirovahiyê xera dikin. Li Sûrê mirovan di nava hezaran salan de çandek û folklorek ava kirin. Lê Sûr xerab kirin û bi wê re ew çand û folklor jî xerab kirin. Heke hemû sazî û dezgeh li dijî tunekirina xwezayê derkevin, dê ziyana digihînin xwezayê kêmtir bibe. Saziyên ekolojiyê yên din bertekên xurt nîşan nadin. Lê di van salên dawî de yekitiya ekolojiyeyê ava bûye û hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bertekên hevpar tên nîşandan. Bi têrî nakin lê mirov dikare weke hewldaneke erênî binirxîne û ji bo pêşerojê hêviyê dide. Em çiqas bertekên xurt nîşan bidin, ewqas dikarin pêşî li vê qirkirinê bigrin. Anku heke yekitiyek ava bibe, dê ev qirkirin jî kêm bibe. Wezareta Bajarvaniyê di sala 2003’yan de li Geliyê Dîcleyê projeyeke xist meriyetê lê piştî bertekên raya giştî, ew proje hat sekinandin. Heke raya giştî bi berpirsyarî tevbigere û li dijî vê yekê derkeve dê bikarin van texrîbatan bidin sekinandin.”
MA / Mahmût Altintaş - Eylem Akdag