Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike

img
MELETÎ -  Parêzer Elîf Ekin Pekdemîr ku li navçeya Wêranşar rûdine bertek nîşanî ritina molozan a navçeya wan da û got: "Moloz li herêma 5 gundan tên rêtin, ev moloz hem ji bo tenduristiya mirovan hem jî ji bo xwezayê xetereyên mezin derdixîne."
 
Meletî ku yek jî bajarê ji erdhejê bandor bibû rakirina molozan berdewam dike. Li Meletiyê moloz li  li herêma Memureka ku 16 gund hene, Kampûsa Zanîngeha Înonuyê ya navçeya Batalgazî, Goristan bajêr a navende û herêma gundên Çiğlik, Kelhalil, Eskikoy, Suçatı, Yuvali ên navçeya Wêranşar tên ritin. Ji ber ku moloz li qadên jiyanê tên ritin hem ji bo xwezayê hem jî ji bo tendûristiya mirovan gelek xetereyan derdixînin. Welatiyên ku li herêmê wan moloz tên ritin bi daxwaza rakirina molozan têdikoşin. 
 
Welatiyên Wêranşar ku li dijî ritina molozan Platforma Piştevaniya Civakî û Ekolojiyê ya Wêranşar dan demezirandin gilî li ritina molozan kirin û xwestin ew moloz bên rakirin. Endama platforme û şeniya gundê Çiglike ku bandor ji molozan digre Parêzer Parêzer Elîf Ekin Pekdemîr tekildarî mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku heta moloz bên rakirin têkoşîna wan wê berdewam bike. 
 
GILÎ KIRINE
 
Ekîn Pekdemîr, diyar kir ku navçeya Wêranşar a Meletî yek ji cihên ku herî zêde erdhejê bandor bû ye û got ku yekser piştî erdhejê moloz li herêma wan hatiye ritin. Pekdemîr anî ziman ku derbarê ritina molozan a merga 5 gundên herême de ji bo agahî bigrin serî li qeymeqamtiyê dane û wiha got: “Lê belê bersiv ji daxwaznameya me re nehat û serlêdana me çû Midûriyeta Bajarvaniyê û Hawirdorê lê wan jî bersiva me nedan. Hemû daxwazên me bê bersiv man. Di 18'ê Nîsanê de me tevî 4 welatiyên xwe yên li herêmê dijîn, bi hinceta qirêj kirina xwezayê gilî li Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê da. Me xwest di 20’ê Nîsanê de li vir daxuyaniyê bidin, lê cendirmeyan bêyî ku biryara qedexeya daxuyaniyê nîşan bidin destûr nedan em li vir daxuyaniyê bidin. Dema me ji wan pirsî ku li gorî kîjan biryarê destûr nedane, gotin 'Herin ji rêveberiya herêmê bipirsin'. Lê belê di encama hewldanên me de me li nêzî vê derê daxuyanî da. Em ê vê pêvajoyê bi qanûnî bişopînin."
 
'RÊ LI BER NEXWEŞIYAN VEDIKE'
 
Pekdemîr da zanîn ku ava vexwarinê û avên zeviyên çandiniyê yên 5 gundên nêzî qada mêrga ku moloz lê hatiye rijandin derbas dibe û wiha got:" Her wiha li nêzî herêma ku moloz hatine ritin baxçeyên mişmişan, daristan û zeviyên çandiniye hene. Ji ber vê yekê jî ev moloz rê li ber nexweşiyan vedike. Di nava molozan de madeyên kanserojen ên bi navê asbest hene, bi heman awayî di molozan de madeyên kîmyewî yên ku di xwezayê de winda nabin hene û ev madeyên kîmyewî beyî ku ji kavîlan veqetînin tên rijandin. Pisporên tenduristiyê yên gel jî der barê nexweşiyên ku dibe sedema wê de hişyarî dan û destnîşan kirin ku rakirina molozan bi rijandina avê bên kirin, lê tevî vê hişyariyê jî moloz beyî ku av bê rijandin tên rakirin."
 
'DIJÎ QANÛNEYÊ'
 
Bi domdarî Pekdemîr bi lêv kir ku rijandina molozan a li qadên jiyanê li dijî hiqûqê ye û wiha pê dê çû: “Piştî erdhejê Rewşa Awarte hat diyar kirin û bi biryarnameyên serokomariye rêyedaran re rayên berfireh hatin dayîn. Rêyedar jî bi awayekî li dijî qanûnî bi lêz û bez wan molozan li qadên jiyanî dirijînin. Ev jî di qanûnê de sûce, rêyedar sûce bi zanebûn qirêjkirina xwezayê pêktînin. Erka rêveberiyê ev e ku li gor berjewendiya gel tevbigerin  lê ev berovajiya vê tevdigerin. Heke di dosyaya ku me vekiriye de biryara neşopandinê bê dayîn em ê bi qasî ku ji destê me bê em ê bibin rayedarên bilind. Pirsgirêkek tenduristiya gelemperî heye ku dê bandorê li nifşên pêşerojê bike. Dibe ku 5-10 sal şûnde binpêkirinên mafan çêbibin ku mafê me yê jiyanê jî bê binpê kirin.”
 
'EM Ê JIYANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'
 
Pekdemîr bal kişand ser têkoşîna li dijî pirsgirêkên hawirdor û tenduristiya gel ên li herêmên erdhejê tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî erdhejê li navçeya me biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn û xirbeyên ji sedî 75’ê avahiyên hilweşiyayî anîn herêmê. Li Samandag, Memurek û vir jî gel ji bo qada jiyanê têdikoşe. Tevî ku gelek xizm û malbatên xwe winda kirine jî gel ji bo qada jiyanê têkoşîna xwe didomîne û ev kes dibêjin em ji erdhejê nemirin lê em ê jiber molozan bimirin, ev gotin rastiya erdhejê tîne ziman. Gel dibêje tevî hemû windahiyên xwe em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin û jiyanê ji nû ve ava bikin, kes nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.”
 
'BANG LI SAZIYÊN EKOLOJIYE'
 
Pekdemîr, destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku rijandina xirbeyan bê rawestandin û bi rêbazên zanistî, li qadên mayînde yên molozan bên avakirin û molozên ku hatine ritin bibin wan cihan. Pekdemir anî ziman ku heta daxwazên wan pêk were ew dê têkoşîna xwe bidomînin  û ev bang li saziyên hawirdor û ekolojiyê kir: Her kesê ku li dijî qirêjiya hawirdorê ya li herêma erdhejê têdikoşe jî mexdûrên erdhejê ne. Me bi gotina ku em ji vir naçin, îradeya xwe bi awayekî zelal nîşan da û li dijî molozan û parastina xweza û tenduristiye têdikoşin. Banga me ji hemû Rêxistinên Sivîl û rêxistinên ekolojiye ev e ku di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin me.”
 
MA / Mahmût Altintaş