Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin 2024-11-22 12:46:20 ÊLIH - Polîsan di bin çavan de îşkence li binçavkiriyan kirin û strana “Olurum Turkiyem” bi awan dan guhdarîkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray, anî ziman ku dê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin. Wezîrê Karên Hundir di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kir. Piştî wê gelê Êlihê derket qadan û bi hefteyan bi şev û roj çalakî pêk anîn. Ciwanên ku li kolan û taxan çalakî pêk anîn, gelek ji wan bi tundî û îşkenceya polîsan hatin binçavkirin. Îşkenceya polîsan bi belge û wêneyan derket holê. Bi sedan kes hatin binçavkirin û bi dehan kes hatin girtin. Polîsan di bin çavan de jî îşkence li ciwanan kir.    Têkildarî mijarê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Prz. Ahmet Şîray, îşkenceya ku li ciwanan hatiye kirin vegot.    Prz. Şîray, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, gel bi awayekî girseyî nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Gelê li pêş şaredariyê kom bû, xwest mafê xwe yê daxuyanî û meşê bikar bîne. Lê polîsan bi awayekî pir hişk êriş kir û gelek kes bi îşkenceyê binçav kirin. Şeniyên ku xwestin mafê xwe yê demokratîk û zagonî bikar bîne, rastî tundiya hişk a polîsan hatin. Polisan bi ava şid, guleyên plastîk, bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Welatî û esnaf kirin hedefa xwe. Li kolanê û li malan îşkence li însanan kirin. Heta di bin çavan de jî îşkence li mirovan kirin. Destê wan li pişt wan kelepçe kirin û li erdê kaş kirin û wisa binçavkirin. Kesên li pêş şaredariyê binçav kirin ew li ser çondê dan rûniştandin û destê wan li pişt wan kelepçe kirin.”    Şîray, da zanîn ku polîsan dema ciwan li malê binçav kirin, di maşîneyên polîsan de îşkence li wan kirin û wiha berdewam kir: “Dema birin nezaretxaneyê û birin nexweşxaneyê jî îşkence li wan kirin. Dema birin nexweşxaneyê û anîn jî îşkence li wan kirin. Bi kûçikan îşkence li wan kirin. 11 kêlên dirûnê avêtin birînên wan. Nêzî 300 kes binçav kirin û 40 kes girtin. Ji kesên hatin binçavkirin 15 jê zarok in.”    DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN   Şîray, anî ziman ku ev kiryarên ku polîsan kiriye li dijî pîvanên navneteweyi ne û dê der bare polîsan de serlêdana sûc bikin.