Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû 2024-11-24 09:20:47 ÎZMÎR - Gokhan Gunduz li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin û dadgeha herêmî bi îdiaya “heqaret li serokkomar biriye” ceza lê birîbû. Dadgeha Îstînafê ev biryar betal kir û biryara beraetê da. Gokhan Gunduz 31 sal in girtî ye û li Girtîha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin. Bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” ceza li Gunduz hatibû birîn. Daîreya 2’yemîn a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê ev ceza betal kir û biryara beraetê da. Gunduz, di 29’ê çileya 2023’yan de ji Ercan Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tê ragirtin re name şandibû û wiha gotibû: “Niha, pêşniyara karîkatûreke wiha hate bîra min. Ka bila Îbrahîm xêz bike û bişîne, em ê bibînin ka çawa li ser xebitî ye: Tayyîp Tirkiye daqurtiye. Daqurtiye lê di qirika wî de ma ye, qirika wî mîna nexşeya Tirkiyeyê bûye. Bêguman devê wî jî vekiriye. Ji wî devê vekirî jî destek dirêjî derve dibe û afîşek girtiye. Li ser afîşê jî bêguman dê hinek tiştan binivîse... Weke mînak, em ê bi berxwedanê bi ser kevin... Gelo heke çoyê afîşê li serê wî bixe dê çawa bibe..” Ji ber karîkatûrê derheqê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de û pêşniyarê ji bo karîkatûrê doz hatibû vekirin.    DADGEHÊ BIRYAR BETAL KIR   Bi hinceta nameya behsa xeberê, derheqê Gunduz de bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” doz hate vekirin. Danişîna dozêl i 40’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê hate lidarxistin. Di dozê de 6 hezar TL cezayê pereyan dan Gunduz. Li ser vê yekê parêzerên Gunduz, Ugur Esat Keşkuş û Arman Nîhat Atilgan îtîraz kirin û serî li Dadgeha Îstînafê dan. Dadgeha Îstînafê jî biryara dadgeha herêmî betal kir.    HINCET: AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ   Îstînafê, di 6’ê mijdarê de biryar da. Di biryara xwe de got ku karîkatûr û gotinên bersûc di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê û rexnekirinê de ye, bi vê yekê re serokkomar biçûk nehatiye xistin lewma nakeve ber sûcê “heqareta li serokkomar.” Bi vê sedemê jî biryara beraetê da.    TEHILIYEYA WÎ TÊ TALOQKIRIN   Gokhan Gunduz, di sala 1993’yan de hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di dozê de cezayê muebbetê lê hate birîn. Di dema girtîbûna xwe de bi îdiayên weke “zirar daye malê cemaweriyê” doz lê hate vekirin û bi hincetên weke “berzkirina dirûşman” û “li derî xistiye” cezayên disiplînê lê hatin birîn. Tehliyeya Gunduz ji ber van cezayên disiplînê tê astengkirin.