Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da 2024-12-03 15:46:59   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê wiha got: “Nirxandina me hêj didome. Dê di demekî guncav de bersiv were dayin.”    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, daxuyanî da.    Wezîr Tunç, wiha got: “Serlêdan di 26.11.2024’an de gihişt ber destê Wezareta Dadê. Nirxandina me didome. Em ê di demeke guncav de bersivê bidin.”