ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-04 09:00:07   * Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baîer ku di heyeta navneteweyî ya ku ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabû de cih girt, diyar kir ku Abdullah Ocalan "mirovê aştiyê" ye û wiha got: "Ew kes û aktorekî girîng e. Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye."   * Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Qersê Hakan Topçû diyar kir ku li navçeyên Qaxizman û Cilawuzê midûrên perwerdehiya neteweyî ji ber gendeliyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û got ku pirsgirêkeke din a girîng nebûna bêliyaqatê ya ji ber polîtîkayên desthilatê ye.   * Dê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên protestokirin.    * Şaxa ÎHD a Îzmîrê, dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha iriklarê daxuyaniyê bide. (11.00)   * DBP, DEM Parti û TJA, dê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûs a Rihayê meşekê li dar bixe. (13.00-16.00) ZINDÎ