PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên 2025-01-10 09:01:54 STENBOL - Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Ataşehîrê Ozgur Demîrcanli bal kişand ser êrişên HTŞ'ê yên li dijî elewiyên li Sûriyeyê û zextên li Tirkiyeyê û got: "Îro em elewî rastî qirkirineke taybet tên." Piştî ku komên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li Sûriyeyê desthilatdarî bi dest xistin, gelek dîmen li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin belavkirin ku elewî, xirîstiyan û durzî rastî êrişên çekdarî, zext, koçberkirin û destavêtinê tên. Elewî bi taybetî jî elewiyên ereb ên li Tirkiyeyê ku li hemberî van êrişan fikar û hişyariyên xwe anîn ziman, ji aliyê komên nêzî desthilatê ve bûn hedefa gotinên nefretê. Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Ataşehîrê Ozgur Demîrcanli bal kişand ser êrişên li dijî elewiyên li Sûriyeyê û hedefgirtina elewiyên li Tirkiyeyê ku fikarên xwe yên li ser van êrişan anîn ziman û got: "Îro wekî elewî em rastî êrişan tên, rastî qirkirineke taybet  tên."   Demîrcanli diyar kir ku bi taybetî li Sûriyeyê li gelek deverên cîhanê şer, komkujî, birçîbûn û xizanî heye. Demîrcanli da zanîn ku şer û pevçûnên navxweyî yên li Sûriyeyê ku zêdetirî 13 sal in dewam dikin, parçeyek ji têkoşîna dewletên emperyalîst a ji bo hegemonyaya li Rojhilata Navîn e û wiha got: "Van hemû welatan her tişt wekî prototîpa li wir pêk anîn. Di vê qadê de komkujî pêk anîn, helbet yên ku ji vê yekê nesîb digirin gelên bindest in.”    Demîrcanli bal kişand ser qetlîamên elewiyan ên ji aliyê HTŞ'ê û rêxistinên mîna wan ên cîhadîst ve tên kirin û got ku komên navborî ewil ji kesên gumanbar dipirsin, "Hûn elewî ne?" û gava bersiva “Erê” digirin wan dikujin. Demîrcanli diyar kir ku gelê elewî di tevahiya şer de li hemberî qetlîaman li ber xwe dane û got ku lê îro li her deîr li dijî elewiyan qirkirineke taybet heye.    Demîrcanli bal kişand ku desthilat bi polîtîkayên asîmîlasyon, tunehesibandin û qetlîamê pêvajoyeke tasfiyekirina dînamîkên civakî ava dike û wiha dewam kir: "Niha di kodkirina dewletê de ji bilî asîmîlasyon û înkarê tu meyla siyasî nîn e û cihê wê jî nîne û di nav avê de ji bo jî cihek nîn e. Em wekî ku li cihekî ku lê tune ye dijîn. Erdogan Serokatiya Çanda Elewiyan a Bektaşî û Cemxaneyê ava kir û ev çalakî ji bo çavtirsandina Elewiyan tên kirin. Li vê erdnîgariyê, li Çorum, Sêwas, Mereşê, li Taxa 1 Mayisê, li Gaziyê ev çêbûn û hê jî çêdibin."   BANGAWAZÎ     Demîrcanli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî êriş û hewldanên qetlîamê rêxistinbûna elewiyan gelekî girîng e û bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina vê rêxistinê û got ku ev jî bi têkoşîna ked û demokrasiyê pêkan e. Demîrcanli diyar kir ku civaka elewî xwedî vê hişmendiyê ye û wiha got: "Em civakek in ku 72 neteweyan di nezerekê de dibînin. Ji ber vê yekê bi hemû qatên civakê re diyalog, kanaleke ragihandinê heye. Banga me ji hemû gelan re ew e ku li her devera cîhanê piştgiriyê bidin gelên bindest û di têkoşîna mafan, têkoşîna demokrasiyê û azadiyê de piştgiriyê bidin wan."    MA / Yeşîm Tukel