Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin 2025-01-10 09:32:51   BURDUR - Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hat kirin. Ustek, da zanîn ku gardiyanan gef li wî xwarine û hemû alav û amûrên wî desteser kirine.    Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek di 27’ê Mijdara 2012’an de li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Nêzî 2 meh berê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hate kirin.    Nexweşiyên dil û ya dîtinê ya Ustek hene û agahiya sewqkirinê bi malbata wî re nehat parvekirin. Ustek, bi hefteyan piştre di hevdîtina ser telefonê de malbata xwe ji rewşê agahdar kir.    ‘HEMÛ AMÛRÊN MIN DESTESER KIRIN’   Ustek, di hevdîtinê de got ku li girtîgeha nû hemû amûrên wî hatine desteserkirin. Ustek, bi domdarî ev agahî da: “Li girtîgeha nû ez anîmê ji mûkêşê heta her tiştên min hatin desteserkirin. Niha tu tiştekî min tune ye. Dema nî hatim sewqkirin jî gelek gardiyanan gef li min xwarin. Heke rewşekî neyînî rû bide, rêveberiya girtîgehê jê berpirsyar e. Gardiyanan ji min re gotin; ‘Ji vir û şûnde êdî ji bo te hevdîtina rû bi rû tune ye. Her wiha gelek caran cezayê hucreyê didin û li rex hucreyên DAIŞ’iyan têm ragirtin.”    Hevjîna Ustek, Nûriye Ustek jî bi gotinên “Em li dijî van îşkenceyan e. Jixwe bi hincetên siyasî tên ragirtin û îcar ser re jî îşkenceyê lê dikin” bertek nîşan da. Nûriye Ustek, bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku di vê mijarê de bihestiyarî tevbigerin.