Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin 2025-01-10 15:13:11   STENBOL - Danişîna doza peywirdarên cemaweriyê ku têkildarî qetilkirina Hrant Dînk tên darizandin, taloqî 7’ê Sibatê hate kirin.    Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Dînk, 7 jê girtî bi giştî 15 peywirdarên cemaweriyê jî tên darizandin. Biryara têkildarî bersûcan ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û doz jinûve tê lidarxistin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin.    Kesên di dozê de tên darizandin ev in: Alî Oz, Bekir Yokuş, Faruk Sari, Gazî Gunay, Hasan Durmuşoglû, Mehmet Ayhan, Mehmet Alî Ozkiliç, Muharrem Demîrkale, Okan Şîmşek, Onur Karakaya, Osman Gulbel, Şukru Yildiz, Veysal Şahîn, Volkan Şahîn û Yavuz Karakaya.   Bersûcên girtî Veysal Şahîn, Gazî Gunay, Okan Şîmşek, Muharrem Demîrkale, Osman Gulbel û Yavuz Karakaya bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Ji bersûcên girtî Hasan Durmuşoglû jî bi hinceta ku li nexweşxaneyê ye beşdarî danişînê nebû. Di heman demê de bersûcên din jî li edliyeyên bajarên lê dimînin beşdarî danişînê bûn.    Parêzeran aliyan, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû, Nûnerê CPJ’ê Ozgur Ogret, Navenda Hafizeyê û gelek rojnameger jî tev li danişînê bûn.    Dozger, xwest rewşa girtî ya bersûcan bidome. Serokê dadgehê jî da zanîn ku ji bersûcan Hasan Durmuşoglû li nexweşxaneyê ye lewma dê tenê der heqê domandina rewşa girtî biryarê bide.    Bersûcan, îdia kirin ku eleqeya wan bi cînayetê nîne û daxwaza tehliyeya xwe kirin.     DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya dadgehê daxwaz red kir. Dadgehê biryar da ku Muharrem Demîrkale di hizûra dadgehê de parastina xwe bike û danişîn taloqî 7’ê Sibatê kir.