Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike 2025-01-11 11:23:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku karwaneke mezin a ji gelek wesayîtên zirxî yên Tirkiyeyê pêk tê, sewqî bajarê Amêdiya yê Herêma Federal a Kurdistanê hatiye kirin.   Hat zanîn ku karwaneke mezin a wesayitên leşkerî yên Tirkiyeyê sewqî navçeya Amêdiye ya bajarê Duhokê ya Herêma Federal a Kuristanê hatiye kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, hate destnîşankirin ku karwanê ku ji nêzî 100 wesayîtên zirxî pêk tê di ser Berwarî Bala re ber bi Amêdiye ve bi rê ketin.