Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang 2025-01-11 15:44:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Nêrgiz Mihemedî der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birin de got: “Pejirandina cezayê darvekriinê, tolhildana ji rûmeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ye. Bang li hemû rêxistin û welatiyan dikim ku dijî cezayê darvekirinê bibin yek û rawestînin.”   Girtiya siyasî ya li girtîgeha Evîn Nêrgiz Mihemedî der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye birin de, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal peyamek belav kir.   Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de ev tişt gotin: “Rejîma Îranê dixwaze bi despêkirina cezayên darvekirinê ji bo jinên girtiyên siyasî, tola xwe nîşanî welatiyan bide. Pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, bi armanca bêdengkirina jinan û tolhildana ji rumeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ez bang li hemû weLatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinÊn naveteweyî dikim ku beramberî vê siyaseta darvekirinê yek deng bin û dijî wê rawestin.”