Îsraîlê Xeze bombebaran kir 2025-01-19 11:21:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi hinceta “lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan nehatiye teslîmkirin” Xeze bombebaran kir.  Di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest û peymana pevguhertina dîlgirtiyan hatibû îmzekirin. Bi hinceta “lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan” ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwestibû nehatiye pêşkeşkirin, agirbest û peyman hatin taloqkirin. Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) Danîel Hagarî, ragihand ku agirbesta diviyabû saet di 08.30’ê de biketa meriyetê, heta Hamas berpirsyartiyên xwe bicih tîne hatiye taloqkirin û heta wê demê jî dê artêşa Îsraîlê êrişên leşkerî yên li Xezeyê bidomîne.    Hamasê jî diyar kir ku ew girêdayî peymana agirbestê ne û got; “Sedema derengmayina lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan, pirsgirêkên di qada teknîkî de ne.”    Li hêla din Îsraîl, topbaran û bombebarana xwe ya li dijî Xezeyê didomîne. Piştî êrişê ji herêmê dû bilind bû.    Balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî li ser Xezeyê difirin.