Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e 2025-01-19 14:53:58 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, got: “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Ev meseleye bêyî birêz Abdullah Ocalan çareser nabe.”  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurt a Stenbolê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan hat lidarxistin û li gel DEM Partiyiyan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî tev li bû. Li eywana kongreyê pankartên “Qeyûm derbeya li dijî demokrasiyê ye”, “Ên pirsgirêka Kurd çareser nekin dê têk biçin”, “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin”, "Jin Jiyan Azadî", "Rojava rûmeta me ye", û "Bijî berxwedana zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran pirî caran dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di kongreyê de bi bîr xist ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hatiye girtin û li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û girtina Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Abdullah Arikan û Rojda Yilmaz hatine girtin. Meral Daniş Beştaş, wiha domand: “Divê em li dijî êrişan bi hev re têbikoşin. Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî qeyûman bidome.”    'HÊVÎ EM IN’   Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku her roj êriş li ser Kurdan tên kirin û wiha domand: “Têkoşîna Kurdan jî her ku diçe mezintir dibe. Nekarîn vê têkoşînê qels bikin. Xwestin bi cihêkarî, îmha û polîtîkayên înkarê Kurdan tune bikin. Meseleya Kurd, meseleya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku nasname, ziman,  maf û azadiyên Kurdan neyên dayin dê ev têkoşîn bidome. Ev meseleye bi zimanê ‘terorîzekirinê’ çareser nabe. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re pir girîng bû. Di çareseriya meseleya Kurd de birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Ev meseleye bêyî birêz Abdullah Ocalan çareser nabe. Bi sala ye di her axaftina xwe de çareseriya aştiyê û rêbaza azadî û wekheviyê vegot. Em ê ne ji tu kesekî, ji hêza xwe bawer bikin. Hêvî em in, hêvî têkoşîna me ye.”   Meral Daniş Beştan destnîşan kir ku divê her kesên daxwaza aştiyê dikin gotina xwe bikin û ev tişt anî ziman: “Li rexekî qeyûman tayîn dikin, li rexekî bi Ocalan re hevdîtinan dikin û li rexa din jî êrişan dikin. Di dest de çek û şantaj hûn nikarin baweriyê ava bikin. Hûn nikarin wiha bi tu kesekî serî bidin tewandin. Bedelên giran hatin dayin lê serî nehat tewandin. Lewma divê zimanê aştiyê bê bikaranîn. Hewcehî bi pratîkên pêşerojê ronî dikin heye.”    Meral Daniş Beştaş, Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk jî di salvegera qetilkirina wî de bi bîr anî. Meral Daniş Beştaş, Tahir Elçî, Mûsa Anter jî bi bîr xist û got ku faîlên wan nehatine cezakirin, edalet pêk nehatiye û got ku ji bo ronîkirina van cînayetan û cezakirina faîlan dê têbikoşin. Meral Daniş Beştaş herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Wekî birêz Abdullah Ocalan gotiye, divê bingeheke siyasî û heqûqî were avakirin. Ji bo aştiyê divê em bi şev û roj bixebitin.”    HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN   Piştî axaftinan, Hanim Gozen û Cesîm Çîçek weke Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin hilbijartin.