Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn 2025-01-19 16:12:38 WAN - Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bi girseyî hat bibîranîn.  Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Wanê hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hate kirin. Malbata Karaagar, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek rojnameger tev li bîranînê bûn.    'KESEK NIKARE XWE LI BER ÇAPEMENIYA AZAD BIGIRE’    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen axivî. Bîlen, diyar kir ku bi sala ye êrişên ser kedkarên Çapemeniya Azad didomin û ev tişt anî ziman: “Qetilkirina rojnameger Nazim û Cîhanê û birîndarkirina bi dehan rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê çendek mînakên dema nêz in. Bi ser qetilkirina Orhan re 32 sal derbas bûn, sînor, xweza û îktîdar guherîn lê polîtîkaya Tirkiyeyê ya qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad qet neguherîn û hêj didome. Tevî qetilkirin, zext, binçavkirin û girtinan jî kedkarên Çapemeniya Azad paşvegav neavêtin û dê neavêjin jî. Êdî kesek nikare xwe li ber Çapemeniya Azad bigire. Ji Apê Mûsayan, ji Gurbetellî Ersozan heta niha Çapemeniya Azad bi tevahiya şehîdên xwe xwedî rabûrdû û pêşerojeke mayînde ye. Li hemberî vê çandê tu kes nikare derketina holê ya heqîqetan asteng bike. Dibe ku şaxên vê dara qayîm bişikînin lê nikarin me ji rêya me bikin. Di şexsê Orhan, Nazim û Cîhanê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim.”    'HER KU KUŞTIN EM ZÊDETIR BÛN’   Birayê Karaagar, Nîzam Karaagar jî diyar kir ku gelê Kurd bi kuştinê xelas nabe û ev tişt anî ziman: “Kesên komkujiyan dikin dibêjin qey dê bi qetilkirinê encamekî bi dest bixin. Lê her ku me qetil dikin em zêdetir dibin. 32 sal berê em tenê 15 kes hatin vê goristanê lê niha em bi sedan kes in. Bi kuştina Orhan re digotin qey dê li vî bajarî rojname neyên firotin, dê kesek heqîqetê dernexîne holê. Lê niha binêrin, em zêde bûne. Îro li vir ji 7 salî heta 70’ê salî her kes heye. Em ne bi kuştinê xelas dibin ne jî ji ber mirinê dê serî bitewînin. Ji vî alî ve mirinê ji bo me qudreteke nûwaza afirand. Ev mirin ji bo me bûn rêber û dê ji bo têkoşîna me bibin ronahî.”    'ÇAPEMENIYA AZAD DÊ DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDE’    Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay, jî wiha got: “Tevî hemû polîtîkayên jî kedkarên Çapemeniya Azad serî netewandin, paşvegav neavêtin û tiştên xelkê Kurdistanê jiyayî bi hemû cîhanê re parve kirin. Yên li dijî vê helwesta birûmet yekperestî ferz kirin, ji ewil çapemeniya Kurd hedef girtin. Bi sala ye televîzyon, rojname û ajans hatin girtin lê wan tu caran ji xeta paşvegav neavêtin. Sedema esasî ya van êrişan, nebûna demokrasiyê ye. Bi sala ye li ser Kurdistanê û gelê Kurd polîtîkayên zilmê dimeşînin. Ji bo vê zilm, îşkence û mirinê dernexin holê, her carê êriş dikin. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê bi destê birêz Abdullah Ocalan bigirin û demokrasî û aştiyê pêk bînin. Êrişên ser Çapemeniya Azad ê wan ji rêya wan, ji têkoşîna wan nekin. Çapemeniya Azad dê dev ji têkoşîna xwe bernede û pênûs û wênekêşên wan her tim şahidiya heqîqetê bikin.”