Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin 2025-01-20 14:36:37 STENBOL - Rojnamegerên bi daxwaza girtinê ji Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin, îfadeyên xwe didin.  Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin. Rojnameger, ji bo îfadeya dozgeriyê anîbûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozger, beriya îfadeyên rojnamegeran bigire bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir.    Hat zanîn ku rojnamegeran dest bi dayina îfadeyan kirin.    Rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine û bernameyan tên sûcdarkirin. Di heman demê de rojnameger ji ber ku di bernameyên xwe de cih dane tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên sûcdarkirin.