Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse 2025-01-21 14:05:27 AMED - Ji rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd Mehdî Perînçek bertek nîşanî serdegirtina komeleyê da û got: “Me tu bersiv ji emniyetê negirtin. Em ê serî li dozgeriyê bidin.”  Polîsên dewleta tirk duh di danê sibehê de bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd a li Peyas a Amedê de girtin. Komeleyê, têkildarî serdegirtinê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Hevserokên Komeleyê Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tunç, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan û endamên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn.    TU AGAHÎ JI EMNIYETÊ NEGIRTIN   Ji rêveberên komeleyê Mehdî Perînçek di daxuyaniyê de got ku wan mehek berê komeleya xwe birine Taxa Firatê, qeyda xwe çêkirine û avahiya komeleyê di tadîlatê de bû. Perînçek, diyar kir ku di serdegirtinê de pirtûk û kovar hatine desteserkirin û wiha got: “Di dema lêgerînê de ne agahî dan rêveberekê komeleyê ne jî piştî serdegirtinê agahî dan.”    Perînçek, da zanîn ku ew çûne Midûriyeta Emniyetê ya Bajar lê têkildarî serdegirtinê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Perînçek, wiha domand: “Ev kesên bi ser komeleyê de girtin kî ne? Bi çi armancê kirine? Ev serdegirtin ji hêla yekîneyeke di qanûnên fermî ya dewletê de cih digire ve hate kirin lê hate înkarkirin. An jî ji hêla yekîneyeke taybet a di qanûnên dewletê de cih nagire û di salên 90’î de em tevek bûne şahidên wan ve hatiye kirin. Çima ev yek tê veşartin? Vê cisaretê ji ku digirin? Tenê Serdozgerê Komarê ma ye ku me serî lê nedaye.”    Perînçek, got ku ew ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazim bibêjim ku berpirsyarê her tespîteke krîmînal a li dijî Komeleya Wêjekarên Kurd û hewldaneke li dijî komeleyê ev hêz in. Keyayê ku weke hazîrun anîbûn wir, mimkin nîne li ser serê 10 kesan bimîne. Gelo tiştên ku me pê krîmînal bikin kirine? Em ê tespîta van tiştan tevan ji dozger daxwaza bikin.”    PENA KURD: EM Ê BIŞOPÎNIN   Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî serdegirtina komeleyê şermezar kir û wiha got: “Em ê vê bûyerê bişopînin. Em dibînin ku bi vê serdegirtinê re ziman û wêjeya Kurdî krîmînalîze dikin. Ev, êrişeke li dijî ziman û wêjeya Kurdî ye. Ev, êrişeke li dijî azadiya ramanê ye. Tu cihê van êrişên dermirovî ne di hiqûqa Tirkiyeyê ne jî di ya navneteweyî de heye.”