ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN 2025-01-22 09:00:17   * Ji rêveberên Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku di êrişên li derdora Bendava Tişrînê de mafê jiyanê yê sivîlan hatiye binpêkirin û got: "Divê êriş demildest bên rawestandin."   * Xizmên windayan Îffet Mutaş û Remziye Bayramê diyar kirin ku ger li welêt aştî pêk were divê dewlet û desthilat gav bavêjin û wiha gotin: “Heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin aştî pêk nayê. Em weke xizmên windayan cenazeyên xizmên xwe dixwazin."   * Xizmên girtiyan gengeşeyên "çareseriyê" yên piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kirin nirxandin û gotin: "Divê li dor maseyê rûnin û behsa aştiyê bikin."   * Yek ji kesên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike û ji bo vê serî li Wezareta Dadê dabû endama Partiya Komunîst a Fransayê Raphaëlle Primet got: "Birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê şexsiyeteke bêhempa ye."   * Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku hêzên navneteweyî û yên herêmî hewl didin li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmeteke nêzî xwe bidin avakirin û ji bo vê zextê dikin. Koyluoglû, got ku di hevdîtinên navbera PDK û YNK’ê de li ser 2 kesan tê rawestîn.    * Rojnameger Încî Hekîmoglû û Rûken Tuncel bertek nîşanî bêdengiya rojnameger û rêxistinên pîşeyî ya li hemberî êrişên ser Çapemeniya Azad dan û gotin: "Ji bilî çendek îstîsnayan, çapemeniya Tirk muxalîf nîne."     * Nameyên Ferhat Onkol ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û têkildarî binpêkirinan nivîsandibûn, weke "xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" hatin nirxandin.     * Komîsyona Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiya şaxê eşkere bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê ji bo Rojîn Kabaîşê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê îro jî bidome. (13.00) ZINDÎ   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dê têkildarî êrişên ser Bendava Tişrînê û qetilkirina sivîlan li Parka Karayollariyê daxuyaniyê bide. (17.00)