Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin 2025-02-15 14:50:04 WAN - Çalakiyên protestokirina tayînirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan hatin di  çalakiyan de hate binçavkirin.  Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariyên Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hema hema li tevahiya kolanên bajar çalakî dest pê kirin û li gelek noqteyan polîsan êrişî gel kir û berxwedana li dijî êrişan didome. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di dorpêçê de hate binçavkirin. Her wiha Hevşaredarê Qelqeliyê Ecevît Ceylanci jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.