Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene 2025-02-21 10:09:42 STENBOL - Navên hin kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de cih digirin. Hat zanîn ku HDK bi hinceta “rêziknameyê wê dişibe ya KCD’ê” hatiye sûcdarkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 18’ê Sibatê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 54 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîn, spartine dosyayeke di sala 2022’yan de li Tekîrdagê der heqê HDK’ê de hatiye vekirin ku 36 kes hatibûn girtin. Li emniyetê ji binçavkiriyan hate pirsîn bê ka tev li xebat, civîn, konferans û xwepêşandanên HDK’ê bûne yan na.    Hat zanîn ku der heqê 4 hezar û 753 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin û di lêpirsîna navenda wê Stenbolê de navên hezar û 640 kesan derbas dibin. Piranî kesên di serdema avakirina HDK’ê de cih girtin û kesên jiyana xwe ji dest dayin di lêpirsînê de cih digirin. Yek ji kesên di lêpirsînê de navê wê derbas dibe jî siyasetmedar Fener Gunana ye ku di sala 2023’yan de li Stenbolê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.    Li gel ku lêpirsîn spartine sala 2022’yan jî, navê Alî Denîz Kiliç ku ji sala 2016’an heta niha li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin jî di lêpirsînê de heye.    RÊZIKNAMEYA KCD’Ê   Her wiha di lêpirsînê de dozgeriyê hewl daye çalakî û xwepêşandanên HDK’ê jî “îllegalîze” bike. Di dosyayê de hat îdiakrin ku rêziknameyên HDK û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dişibin hev û ev yek weke sûc hatiye nîşandan.    MA / Dîren Yurtsever