Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze 2025-03-12 09:01:05 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gel dixwaze di Newrozê de peyama bidîmen a Abdullah Ocalan were weşandin.  Cejna Newrozê ya îsal dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were pîrozkirin. Newroz dê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk diyar kir ku Newroza îsal Newrozeke dîrokî ye û got: “Dê gelê Kurd di vê Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.”    ‘NEWROZEKE DÎROKÎ YE’   Ozturk, diyar kir ku hemû Newroz ji bo Kurdan girîng in û ev tişt anî ziman: “Qadên Newrozan her tim veguherîn qadên ku gel têkoşîna xwe dîsa lê zindî dike. Gelê Kurd di Newrozan de peyama ‘Em li vir in û têkoşîna me didome’ dide. Sedema girîngiya Newroza îsal jî banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bang, hem ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendên mezin pêşkeş dike. Di serî de ji bo gelê me yê ku ji bo aştiyeke birûmet têkoşiyaye, ji bo hemû gelan ev Newroz Newrozeke dîrokî ye.”    ‘DÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ WERE KIRIN’   Bi domdarî Ozturk bi bîr xist ku Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kiriye û wiha pê de çû: “Lewma banga Newrozê ya esasî jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bo bikare rola xwe ya dîrokî bilîze, dê gelên me li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin. Bi rastî jî di demekê ber bi aştiyê ve diçin de divê şert û mercên ku bikare rola xwe bilîze bên avakirin.”     ‘DAXWAZA GEL PEYAMA BIDÎMEN E’   Di berdewamê de Ozturk diyar kir ku gelê Kurd bi hesreta Abdullah Ocalan dijî û wiha got: “Di dawiya dawî de tecrîdeke giran a 26 sal in didome heye. Gelê me dixwaze ku peyameke bidîmen a birêz Ocalan were weşandin.”    Ozturk, bang li her kesî kir ku di 21’ê Adarê de beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bibin.   MA / Mujdat Can