Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin 2025-03-12 10:44:15 MÊRDÎN – Di îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger de hatibû amadekirin di 7’ê Sibatê de hat girtin û parvekirina nûçeyan û wêneyê birayê wî yê hatiye kuştin jî bûbû wek sûc tê dîtin. Nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger a ku di 7 'ê Sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin, piştre hate girtin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê Oznur Deger de bi îdiaya "rêzepropagandaya rêxistinê kiriye" amade kiribû ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.   Sûcdariyên ku di îdianameyê de cih digirin 21 parvekirinên hesabê X (twitter) yên salên 2021-2025’an in.    HER TIŞTÎ WEK SÛC DIBÎNIN   Di îdianameyê de parvekirinên der barê ojnamegerên hatine kuştin Gûrbetellî Ersoz, Nazim Daşdan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara û Nagîhan Akarsel wek sûc hatine dîtin û wek ‘endamên rêxistina terorê’ hatine pênasekirin. Li gel vê nûçeya ku ji aliyê Oznur Deger ve li ser çîroka Dayikên Aştiyê û wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên hatin qetilkirin jî bûn mijara sûcdariyan.   Oznur Deger bi parvekirina nûçeyên der barê daxuyaniyên QSD'ê de tê sûcdarkirin û di heman demê de manşetên Rojnameya Yenî Yaşamê ku li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parve kiribû jî bû mijara sûcdariyan. Bikaranîna alên PKK'ê û rêxistinên din ên Kurd di manşetan de, her wiha wêneyên ji damezrînerên PKK'ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hinceta sûcdariyê hatine dîtin. Her wiha wêneyê Arîn Mîrxan li Kobanê şerê li dijî DAIŞ’ê de bûbû sembola berxwedanê bû mijara sûcdariyan.   WÊNEYÊ BIRAYÊ WÊ JÎ BÛ MIJARA SÛCDARIYÊ   Her wiha wêneyê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) ku birayê Oznur Deger e û di navbeyna 2015-2016'an de di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû û hê jî cenazeyê wî nehatiye teslîmkirin jî bû mijara sûcdariyê. Her wiha bi parvekirina nûçeyeke li ser Mûsûr Aslan ê di dema qedexeyên derketina derve de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, wek sedema sûc hat dîtin. Di heman demê de nûçeyên li ser piştî 7 salan radestkirina hestiyên Bahar Goktekîn ku di dema qedexeyên derketina derve de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, bû mijara sûcdariyê.   PARVEKIRINA BIRYARA NEŞOPANDINÊ JÎ SÛC E!   Oznûr Deger dema Newroza Erdîşê dişopand der barê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û piştre ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hat dayîn û parvekirina biryara neşopandinê jî wek sûc hat dîtin.   NERAZÎBÛNA LI DIJÎ AXAFTINA ZAYENDÎPEREST JÎ DI ÎDÎANAMEYE DE CIH DIGIRE   Di îdianameyê de nerazîbûna Oznur Deger a li hemberî gotinên zayendperest ên polîsê ku di dema li navçeya Mîdyat a Mêrdînê serdana sersaxiyê ya ji bo rojnameger Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn, wek sûc hat dîtin. Di îdianameyê de lêpirsîna ku der barê Oznur Deger hatiye vekirin û serlêdana sûc a ku ji aliyê Oznur Deger ve hatiye kirin jî, cih digirin.   Danîşîna ewil a Oznur Deger dê 22’ê Gulanê de ye.   MA / Ahmet Kanbal