Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin 2025-04-06 13:44:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku rewşa nivîskar Mehrgan Nemawer ku ji hêla polîsên rejîma Îranê ve hatiye îşkencekirin, giran e.    Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand ku çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer a 38 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate îşkencekirin û bi giranî birîndar bû.   Hate diyarkirin ku Mêhrgan Nemawer di dema îşkenceyê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê girane. Hat diyarkirin ku piştî îşkenceya giran, telefona nivîskar Mêhrgan Nemawer jê hatiye standin û desteserkirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer di 2’yê Adara 2024’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan. Mêhrgan Nemawer di 18’ê Adara îsal de jî hate binçavkirin û piştî 16 rojan bi şertê dayîna berdêlê û bi demkî hatibû berdan.