Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe 2025-04-06 14:45:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdhejên Myanmarê yên bi pileya 7,7 û 6,4’ê de jiyana xwe ji dest dayin derket 3 hezar û 471 kesan.  Hefteyek berê li Myanmarê bi pileyên 7,7 û 6,4’ê erdhej çêbûn. Hat ragihand ku di encama her du erdhejan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya dawî ya ji herêmê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 471 kesan.   Di heman demê de hat diyarkirin ku komên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo 200 kesên tê gotin winda ne, xebatên xwe didomînin.