Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir 2025-04-07 14:33:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Îsraîlê konê rojnamegeran a li nêzî Nexweşxaneya Nasirê hedef girt. Di êrişê de nûçegihanê Palestine Todayê Hîlmî el-Fakavî jiyana xwe ji dest da.   Balafirên şer ên Îsraîlê li nêzî Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Han Yunusê konê rojnamegeran hedef girt. Di êrişê de nûçegihanê Palestine Todayê Hîlmî el-Fakavî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 9 jê rojnameger bi giştî 10 kes jî birîndar bûn. Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha de li Xezeyê 210 rojnameger hatine qetilkirin.