Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye 2025-04-16 13:52:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî hate serdana Silêmaniyeyê.    Wê îro bi amadebûna berpirsên payebilind ên hikûmî, partiyên siyasî û mêvanên navxwe û biyanî 9’emîn Dîdara Silêmaniyê bê lidarxistin.   Ji bo tevlibûna dîdarê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya balafirgeha Silêmaniyê gihişt Silêmaniyeyê. Sûdanî, ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ve hat pêşwazîkirin.