Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe 2025-04-23 09:02:13 WAN - Mewlûde Azan a ku kurekî xwe di pevçûnê de winda kiriye û kurê wê yê din jî di nava PKK'ê de ye, diyar kir ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan heye û got: "Aştiya yekalî nabe. Divê dewlet jidil nêzî pêvajoyê bibe." Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê di 27'ê Sibatê de banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. PKK'ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê daxwazên bangawaziyê pêk bên. Lê belê çawa ku operasyonên leşkerî bi dawî nebûne, dewlet/desthilat jî di warê bendewariyên civakê de gav neavêtiye. Malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane jî ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe ji dewlet/desthilatê xwestin gavên berbiçav bavêjin.   'EM BI OCALAN BAWER IN'    Mewlûde Azan a ku di sala 2016'an de kurê xwe Vedat (Hejar Botan) di pevçûnekê de winda kir û kurê wê Ferhat tevlî nava PKK'ê bûye, banga Ocalan wekî "Ruhê jiyaneke nû" bi nav kir. Mewlûde Azanê diyar kir ku divê dewlet gavan bavêje. Mewlûde Azanê got: "Pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji me gelekî bi qîmet e. Dema ku zarokên me şehîd ketin, gundên me şewitandin, me neçarî koçberiyê kirin û em hatin girtin jî, me parastina aştiyê kir. Me gelek êş kişand. Niha bi şer û mirinan tu encam bi dest nakeve û her kes vê yekê dizane. Dema em li dîroka cîhanê dinêrin jî, her şer bi awayekî teqez bi dawî bûye."   Mewlûde Azanê bal kişand ser vê yekê ku tevî hefte di ser banga Ocalan re derbas bûne jî hîn jî tu gav nehatine avêtin û got: "Em bi birêz Ocalan bawer in. Em hîn jî ji dewletê bi guman in. Ji ber ku aştî yekalî nabe. Gava yekem a ku divê bê avêtin berdana girtiyên nexweş in. Azadiya girtiyên me û birêz Ocalan divê. Mesele pir girîng e. Lewma demildest divê gav bên avêtin. Dewlet hê jî polîtîkayên xwe ên salên 1990'î dimeşîne."    Mewlûde Azanê diyar kir ku zarokên wê li dijî polîtîkayên zextê yên li ser kurdan tevlî PKK'ê bûne û got ku wijdanê wan neheqiyê qebûl nekir.    Mewlûde Azanê di dawiya axaftina xwe de got: "Bila niha soz bên dayîn. Bila tu alî êşa windakirina zarokan nekişîne. Me yên herî bi qîmet dan. Bila jidil nêzî pêvajoyê bibin. Bila di navbera her du aliyan de aştiya herî xweş pêk were."