Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine 2025-04-23 14:28:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Stenbolê têkildarî erdhejê daxuyanî da û got ku heta niha tu agahiyên hilweşînê nehatine ber destê wan.    Walîtiya Stenbolê têkildarî erdheja Stenbolê ya bi pileya 6.2’yê daxuyanî da. Walîtiyê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got ku ji ber erdhejê hemû yekîneyên wan di teyakûzê de ne û heta niha tu agahiyên hilweşînê negihiştine ber destê wan. Walîtiyê, got ku xebatên wan ên lêkolînkirinê didomin û xwest welatî ji avahiyên xesar gihiştiyê dûr bisekinin.    Walîtiyê ji bo welatiyan ev hişyarî kir:    * Heta ku mecbûrî nebe dernekevin trafîkê.   * Ji kerema xwe ji avahiyên ji ber erdhejê xisar gihiştiyê dûr bisekinin.    * Ji bilî rewşên mecbûrî xetên GSM’ê bi kar neyînin.