Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir 2025-04-25 11:25:20   WAN - Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê li Wanê dest pê kir.    Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê, bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Komxebat dê sê rojan bidome û ji 58 komeleyên jinan dê gelek jin tev li bibin.     Di komxebatê de dê mijarên “Ji komxebata berê heta niha li herêman çi hate kirin?” û “Weke pêkhateyên komxebatên jinan em bi hev re li ser rewşa xwe û rojevên xwe diaxivin” bên nîqaşkirin. Sibe jî dê xebatên atolyeyê bên kirin. Di roja dawî ya komxebatê de jî dê bi serenavê “Pirsgirêkên me yên çavkaniyan û pêşerojê yên di serdema pêşiya me de” ji bo “Komxebata sereke” cih û rojev were diyarkirin.