Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin 2025-04-26 10:30:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nexweşxaneya El-Muwasat a li Şamê, qadên xebatê yên bijîşkên jin û mêr ji hev hatin veqetandin. Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê di 8'ê Kanûna 2024'an de, rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) wekî rêveberiya demî hat. Piştî vê pêvajoyê bi taybetî li dijî jinan gelek binpêkirinên mafan derketin holê. Êrişên qirkirinê yên HTŞ'ê yên li dijî gelê elewî yên li herêmên peravê dewam dikin, qedexe û qedexeyên li ser jiyana civakî jî didomin.    Li gorî nûçeyann NûJinhayê, li Nexweşxaneya El-Muwasat a li Şamê, qadên xebatê yên bijîşkên jin û mêr ji hev hatin veqetandin. Ev yek, bû cihê bertekên mezin û wekî biryareke "paşverû" hat nirxandin.