Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in 2025-04-27 09:44:05 STENBOL - Rojnameger Cafer Tar, diyar kir ku bi “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” re Tirkiye li derve hatiye hiştin û bi vê yekê re dê Qibris hêj girîngtir bibe. Cafer Tar, got: “Cihê Qibrisê cihekî girîng e lê pozîsyona Kurdan bi qasî wê girîng e.” Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rûman a Başûrê Qibrisê ji bo gaza xwezayî ya Rojhilatê Behra Spî veguhêzînin Ewropayê, dixwazin “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” bixin meriyetê. Proje hedef dike ku çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê Behra Spî bi ser Qibris û Gîrîtê derbasî Yewnanistanê bike. Ji bo vê projeyê di 2’yê Çileya 2020’ê de îmze hatin avêtin û hat ragihandin ku xeta boruyê dê bi dirêjiya hezar û 900 km’an be. Tê hedefkirin ku salane 10 milyar metrekupên gaza xwezayî veguhêzîne û ji bo vê 7 milyar dolar pere jê re hatiye veqetandin.    Hem ji ber dijderketina Tirkiyeyê, hem ji ber ku DYA’yê piştgiriya xwe vekişand û ji hêla din ji ber hevsengiyên jeopolîtîk, proje hêj neketiye meriyetê. Lê belê li gorî agahiyan, di encama xebatên dîplomatîk ên Yewnanistan û Îsraîlê de, ji bo ev projeye bikeve meriyetê her 3 welat dîsa ketin nava tevgerê.      Rojnameger Cafer Tar têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Bi ketina meriyetê ya vê xeta boruyê re dê Tirkiye hem li derveyî parvekirina enerjiyê were hiştin hem jî ji hêla jeostratejîk ve li derve bê hiştin.”   PIŞTPERDEYA DÎROKÎ   Tar, da zanîn ku projeya behsa xeberê xwedî piştperdeyeke dîrokî û rojane ye û ev tişt anî ziman: “Piştî kapîtalîzma pîşesaziyê derketî holê, Ingilistanê bi taybet jî madeya xam a endustriya tekstîlê ji Hindistanê di anî. Di mijara pêşketina kapîtalîzma li Ingilistanê de Hindistan xwedî cihekî pir girîng e. Ji destpêkê ve Ingilistanê dixwest rêgeha ber bi Hindistanê ve diçe vekirî be. Hêj ji wê demê ve Rojhilatê Behra Spî weke çavkaniya madeyên xam dihat dîtin lewma her tim girîng bû. Armanca siyaseta ingilîz ew bû ku Osmaniyan bi yekgirtî bihêle. Parçenebûna Osmaniyan û neketina bin bandora Awûstûrya û Macaristanê, dihat wê wateyê ku ev rêya Hindistanê vekirî bimîne. Lewma jî Qibris û Rojhilatê Behra Spî pir girîng bû. Ingilistanê dît ku mimkin nîne Osmaniyan bi vî awayî bihêle. Partiya Karkeran hate gel hev û ber bi dawiya salên 1800’an ve jî gotin ‘Madem em nikarin Osmaniyan yekgirtî bihêlin, wê demê em parçe bikin.’ Û cihê ewil ê lê bandor bûn jî Misr û Qibris bû.    Rêyên enerjiyê tam li ser rêgeha Misir û Qibrisê ne. Nîqaşên Qibrisê, yekser nîqaşên Misir, Sûriye û Îsraîlê ne. Ji vî alî ve dîrok xwe dîsa dubare dike. Welatên Ewropayê ji sedî 70’ê enerjiya xwe ji derve îthal dikin. Bi taybet jî di hilberandina ceyranê de gaz pir girîng e. Gaz ne tenê ji bo xwegermkirinê tê bikaranîn, piraniya madeya xam a santralên ceyranê jî gaz in. Piraniya gazê jî ji rojhilat, ji Kendava Basrayê tê. Li Rojhilatê Behra Spî rezervên cidî yên gaza xwezayî hene. Ev jî Rojhilata Navîn û Rojhilatê Behra Spî bêhtir girîng dike.”    ‘QIBRIS DÊ BIBE CIHEKÎ HÊJ GIRÎNGTIR’    Di berdewamê de Tar daxuyand ku divê Qibris ne tenê ji hêla gaz û çavkaniyên enerjiyê ve were nîqaşkirin û got: “Enerjî tiştekî pir girîng e lê em nikarin Rojhilata Navîn û Qibrisê li ser vê îzah bikin. Şertê ewil ê hemû welatên rojavayî, vekirîbûn û biewlebûna rêgehên ber bi bazaran ve ye. Ji hêla Ingilistanê ve hedefa esasî ew e ku rêgeha ji Cebelîtarikê heta bendergeên Behra Spî tevek vekirî be. Hedefa polîtîkata derve ya Almanyayê jî biewlebûna rêgehên bazarên e. Çîn û Hindistan jî êdî ne tenê cihên çavkaniya madeya xam hildiberînin, her wiha veguherîne bazarên girîng. Ev her du welat hema hema biqasî dewletên Ewropayê xwedî bazarên bihêz in. Lewma jî vekirîbûn û biewlebûna van her du rêgehan, ji bo dewletên me li jor qala wan kirî girîng in. Qibris jî di naverasta her du xetan de cih digire. Lewma jî pir girîng e. Ji ber vê jî Ingilistan û DYA’yê li Qibrisê baregehên xwe ava kirin. Di pêvajoya pêş de bi rastî jî Qibris dê veguhere cihekî pir girîng.”    ‘MESELEYA QIBRISÊ JI YA SÛRIYEYÊ GELEK DÛR NÎNE’    Rojnameger Tar, got ku 4 Komarên Turkî (Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Turkmenistan) Tirkiye li Qibrisê weke “hêza dagirker” nas kirine û wiha pê de çû: “Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li herêmê winda dike. Nabe ku meseleya Qibrisê ji geşedanên li Sûriyeyê cuda were nirxandin. Pirsa dê pêvajoya li Sûriyeyê çawa bibe; ji Qibris, Misir û Îsraîlê gelek dûr nîne. Gavek piştre jî ji Yewnanistan û Tirkiyeyê cuda nabe. Ev tevek girêdayî hev in. Rewşa li Qibrisê di heman demê de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, heta kir ku Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.”    ‘SIYASETA HEVSENGIYÊ YA TIRKIYEYÊ TÊK ÇÛ’    Tar, da zanîn ku piştî qelsbûna Rûsya û Îranê, polîtîkaya hevsengiyê ya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn jî têk çûye û wiha got: “Niha li herêmê tekane hêz, rojavayî û Îsraîl in. Dewletên rojavayî ragihandin ku dê korîdora aboriyê enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike û heta Hamburgê didome, ava bikin. Tirkiye li derveyî vê hate hiştin. Li şûna ku xetekî wiha li ser Tirkiyeyê re derbas bikin, tevî ku bihatir e jî ji bin behrê derbasî Qibrisê, Yewnanistanê û ji wir jî dibin Ewropayê. Maliyeta wê zêdetir e lê nexwestin Tirkiyeyê daxilî vê bazarê bikin. Sedema vê jî ew e ku baweriya wan bi Tirkiyeyê nayê. Anku nexwestin ji hêla Bakur ve girêdayî Putîn û ji hêla Başûr jî girêdayî Erdogan bin.”    KURD DIBIN KIRDE   Tar, got ku bi pêvajoya avakirina rêgeha “Hindistan û Ewropayê” re Tirkiye êdî girîngiya xwe ya jeopolîtîk winda dike û axaftina xwe wiha qedand: “Dema em tevî van geşedanên nû dinirxînin, dibe ku bandorê li ser têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê bike. Erdogan dema ji ewil bûyî îktîdar xwe nêzî endamtiya yekitiyê kir lê roj bi roj ev derfet winda kir. Di halê hazir de mimkin nîne Tirkiye bibe endama YE’yê. Lê heke hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re erênî derbas bibin, li Tirkiyeyê j hêla demokrasî, mafên mirovan, aborî û însanî ve pêşketin çêbibin, dibe ku di têkiliyên YE’yê de geşedan çêbibin. Qibris çawa xwedî cihekî girîng be, Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in. Qibris çawa ji Rojhilatê Behra Spî dest pê bike û li ser rêgeheke ku Kurdan û Sûriyeyê jî digire nav xwe cih bigire, Kurd jî tam li naverasta vê ne. Û Kurd ji hêla îdeolojîk, exlaqî, polîtîk û leşkerî ve îstîqrarê xerab nakin. Berevajî vê temam dikin. Ev yek jî Kurdan dike kirdeyeke pir girîng.”    MA / Esra Solîn Dal