ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN 2025-04-29 09:00:06   * Guldexwînên li deverên bilind ên li rex Gola Wanê û Girava Ahtamaryê vebûn, bi xwşikiya xwe welatiyan mest dikin.    * Demekî dirêje li herêma Bestayê ya Şirnexê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi hatine biharê re birîna daran a li herêmê dîsa dest pê kir.    * Parêzerê girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku piştî krîza dil dîsa ew birin girtîgehê Mehmet Nûrî Ekîncî got: "Divê demildest bê berdan."   * Ayşe Yaşar a di pevçûnê de keçek wê, kurek wê û 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane got: "Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Ji bo careke din şerekî wiha rû nede, pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin."   * Seroka AKDAM'ê Dudu Buşra Maksûtoglû Karadenîzê diyar kir ku heta tundiya li ser jinê bi dawî nebe, wê têkoşîna wan bidome.   * GABB dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê civîna meclisê li dar bixe. (10.00)    * Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin dê li Hevraza Kazanciyê ya li Taksîm a Stenbolê bên bibîranîn. (11.00)   * Baroya Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ