Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin 2025-04-29 12:44:22   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk ên li dijî hêzên wan berdewam in. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di nava sê rojan de 748 caran êriş kir.    Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta tirk di 26,27 û 28’ê Nîsanê de bi sedan caran êrişî hêzên wan kiriye.    HPG’ê, diyar kir ku dewleta tirk di 26 û 27’ê Nîsanê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê du caran bi balafirên şer bombebaran kiriye. Bi domdarî HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk di 26, 27 û 28’ê Nîsanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê 8 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun û Mijê 43 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna 490 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 205 caran û bi giştî 746 caran bi çekên giran, top û obusan topbaran kiriye.    Bi berdewamî HPG’ê ragihand ku hêzên wan di 26'ê Nîsanê de hêzên wan ên YJA Starê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Biharê li dijî artêşa tirk destwerdan kiriye. Her wiha hate gotin ku di 27'ê Nîsanê de jî li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, wesayiteke zirxî ya artêşa tirk a ku di pozîsyona êrişê de bû ji aliyê yekîneya wan a Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hatiye îmhakirin.