Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn 2025-04-30 09:49:23 MÛGLA - Li Marmarîsê bi pileya 3.8 û li Datçayê jî bi pileya 4.4’ê erdhej çêbûn.  Îro di danê sibehê de li Mûglayê 2 erdhej çêbûn. AFAD’ê ragihand ku navçeya Marmarîsê bi pileya 3.8’ê hejiyaye.    Saet di 08.36'ê de jî li navçeya Datçayê erdhej çêbû. AFAD’ê ragihand ku erdhej bi pileya 4.4 û 14.57 km’an di bin erdê de çêbûye