Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe 2025-05-04 10:46:37 DÊRSÎM - Prof. Dr. Bulent Bîlmez diyar kir ku bi ser Terteleya Dêrsîmê re 88 sal derbas bûye, edalet û rûbirûbûn bi têkoşîna pêkan e. Di ser Komkujiya Dêrsimê ku di 4 'ê Gulana 1937'an de pêk hat û Kurd jê re dibêjin "Tertele" 88 sal derbas bûn. ‘Plana Islata Şarkê’ ku ji bo avakirina dewleta netewe ya Tirk a ku asîmîlasyon û komkujî pêşdixist û di Destûra Bingehîn a 1924'an de nîşan da, bingeha vê pêvajoyê ava kir. Mifettişê sîvîl Hamdi Beg di 2’ê sibata 1926’an de raporek amade kir û di çarçoveya vê raporê de kurdên elewî hatin qetilkirin. Di rapora ku Serokê Fermandariya Giştî ya demê Fevzî Çakmak di 18'ê Îlona 1930'an de pêşkêşî serokwezîrtiyê kir de hat gotin ku divê bi lezgînî li Dêrsîmê operasyona leşkerî bê kirin. Di encama raporên hatin amadekirin di 4 'ê Gulana 1937'an de li hemberî Dêrsimê biryara operasyonê hat dayîn û dest bi komkujiyê kirin. Di 15’ê Mijdara 1939’an de Seyît Riza, kurê wî Resîk Huseyîn û hewalên wî li Xarpêtê hatin darvekirin.   AMADEKARIYÊN OPERASYONÊ   Hîndekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Bulent Bîlmez jî diyar kir ku 4'ê Gulana 1937'an hem weke destpêk hem jî encamekê dikare bê dîtin û wiha got: "Dema ku em weke 'encam' qebûl bikin, em dikarin 4'ê Gulana 1937'an weke roja ku operasyonên demsalî bi sedsalan ji aliyê Osmaniyên Sûnî ve ji bo entegrekirina herêmê li nava netewe-dewleta tirk a modern tên kirin binirxînin û beriya wê jî herêmê bixin bin kontrola yekser a navendê û di bîra kolektîf de weke 'seferên lehiyê' bi dawî bûn. Di salên 1935 û 1936’an de li hemberî bajarê wîleyata Dêrsimê ji aliyê Mifetişên Giştî ve amadekarî hatin kirin. Fermandar-walî-mifetiş Abdullah Alpdogan ku wek waliyê mêtingeriyê di aliyê leşkerî, burokratîk, sosyo-aborî ve amadekariyên xwe temam kir û di bihara 1937’an de dest bi operasyonê kirin. Di vê operasyonê de aktorê yekemîn artêş û burokrasî bû û her wiha aktorê duyemîn jî çapemenî bû ku wek berdevkê rejîmê tevgeriya.” Bîlmez da zanîn ku dewleta tirk xwestiye Dêrsimê ji holê rake.   'RÛBIRÛBÛN BI EDALETÊ PÊKAN E'   Bîlmez li ser bangên ji bo rûbirûbûna bi "terteleyê" re di demekê de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de wiha got: "Rûbirûbûn bi qasî ku li ser paşerojê ye (û dibe ku ji wê jî wêdetir) li ser paşerojê ye. Ji bo vê jî hewldanên rûbirûbûn an jî çareseriyê divê ne bi hîsa tolhildanê, bi du armancên pir girîng pêk werin: 'edaleta vegerandinê' û 'careke din qet nebe'. Lê belê li Fîlîstînê qirkirin ku bi mehan e li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin, rewşa raya giştî û siyasetê îro bi awayekî zelal radixin pêş çavan."   'RÛBIRÛBÛN BI TÊKOŞÎNÊ DIBE'   Bîlmez da zanîn ku rûbirûbûn û edalet dikare bi têkoşîna siyasî û civakî pêk were û wiha got: "Hewldan û têkoşîna ku wê çav û dilê xwe ji vê re amade bike, beriya her tiştî têkoşîneke siyasî û civakî ye û parçeyekî bingehîn ê têkoşîna demokrasiyê ye. Dema ku em di çarçoveya 'pêvajoya' bênav a ku di mehên dawî de li Tirkiyeyê tê meşandin (û bi ya min esas li ser Sûriye û Îranê ye) li mijarê dinêrin, divê bê qebûlkirin ku pêvajoyek bi armanca 'çareserî' û 'aştiyê' wê ji bo 'rûbirûbûna bi rabirdûyê' re hawireke guncaw biafirîne, weke ku bi giştî demokratîkbûyîn jî pêk tê. Tevî her tiştî jî, dewamkirin û serketina pêvajoyê ji ber vê yekê gelekî hêja û jiyanî ye."   MA / Mujdat Can