Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin 2025-05-06 11:43:14   AMED - Di doza darizandina rojnameger Nûrcan Yalçin de biryar hate dayin ku weke şahid li rojnameger Kîbriye Evren were guharîkirin.    Danişîna 3’yan a doza rojnameger Nûrcan Yalçin ku bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî doz şopandin.    Parêzer Tamur di danişînê de got ku rojnameger Kîbriye Evren ku biryar hatibû dayin weke şahid lê were guhdarîkirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekariye beşdarî danişînê bibe. Tamur, xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya der heqê Nûrcan Yalçinê de were rakirin.    Şandeya dadgehê jî biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya avêtina îmzeyê ya der heqê Nûrcan Yalçinê de were rakirin û tevdîra qedexeya derketina derveyî welat jî bidome. Her wiha dadgehê biryar da ku li rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 7’ê Cotmehê kir.