Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin 2025-05-12 09:10:44 RIHA - Li navçeya Eyyubiyeyê ji ewil malên 3 welatiyan dan îhaleyê û piştre jî biryara hilweşandinê hate dayin. Dema hêj doza didomiya, malê welatiyan di nîvşevekê de hatin hilweşandin û 5 pisîkên di bin kavilan de mayin mirin.  Kooperatîfên Çandiniyê, li Taxa Asyayê ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê ji ewil 2 avahiyên malbata Aktaş û maleke cîranên wan bi hinceta “malê xizîneyê” da ber îhaleyê û firot. Piştî firotina avahiyan, dadgehê ji bo avahiyên behsa xeberê biryara hilweşandinê da. Di demeke ku hêj pêvajoya îtîrazê ya li dijî biryarê didomiya de avahî hatin hilweşandin û 5 pisîkên di bin kavilan de mabûn mirin. Li Taxa Asyayê ku di sala 2005'an de ji Taxa Nû hate cudakirin, ji hêla Kooperatîfên Çandiniyê ve di sala 2008’an de bi îdiaya “malê xizîneyê ye” dan ber firotinê. Bêyî ku haya malbatan jê hebe avahî dan îhaleyê û kesê bi navê Îbrahîm Kubat îhale girt. Piştî firotina avahiyan, dadgehê di sala 2017’an de ji bo avahiyan biryara hilweşandinê da. Piştî biryara hilweşandinê, ji xwediyên avahî malbata Aktaş li dijî biryarê li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir. Di demeke ku pêvajoya îstînafê didomiya de malên welatiyan ji hêla ekîbên tevî polîsan hatin cihê xaniyan ve hatin hilweşandin. Avahî, piştî saet 24.00'ê hatin hilweşandin. Tevî hişyariya ku pisik di avahî de hene jî avahî hatin hilweşandin û 5 pisikên di bin kavilan de man, mirin. Bi hilweşandina avahiya re malbata Aktaş jî li kolanê man û di koneke wan bi xwe vegirtin de dijîn. Malbatê bertek nîşanî tiştên bi ser wan hatine anîn, dan.    Omer Aktaş (58) ku mala wî hatiye hilweşandin, wiha got: “Di demên berê de ev der gundê Yenîceyê bû. Piştre bû Taxa Yenîceyê. Herî dawî jî cuda bû û kirin Taxa Asyayê. Ersayên vê derê yên dewletê bûn. Kooperatîfên Çandiniyê tapoyên vê derê girtin ser navê xwe û da ber firotinê. Bêyî ku haya xelkê vir jê hebe, da ber firotinê. Me agahiya îhaleyê girt û roja dawî çûn cihê îhaleyê. Ew îhale betal bû û 15 roj piştre dîsa dan îhaleyê. Dîsa beriya haya me jê hebe kirin. Ji bo rantê wiha kirin. Kesê bi navê Îbrahîm Kubat îhale girt. Niha gefan li me dixwe. Îdia dike ku di nav dewletê de dozgerên wî hene. Gelek gef li me tên xwarin. Di sala 2017'an de biryara hilweşandinê dan. Me jî ji bo sekinandina biryarê serî li îstînafê da. Hêj encam jê derneketibû ku mal hilweşandin. Dema ev der difirotin, diviyabû ji ewil bifirotina kesên li vir dijîn. Li vir 150 dar hene. Dixwazin van daran jêbikin û li şûna wan avahiyan çêkin. Em dixwazin rayedar vê mijarê lêkolîn bikin. Ji bo bêdengkirina me, gefan li me dixwin lê em ê bêdeng nemînin. Bila der heqê Îbrahîm Kubat de lêkolîn were kirin. Gelo çi têkiliyên wî bi şaredar re hene? Em alîkariyê naxwazin, pereyan naxwazin. Bila lêpirsîn were kirin.”    '24 KES LI KOLANÊ MAN’   Omer Aktaş jî da zanîn ku di 2 xaniyên wan de ew 3 malbat diman û 24 kes tê de dijiyan. Aktaş, got: “Sûriyeyiyek û 2 zarokên xwe jî li wir dijiyan. Me ji emniyetê dem xwest lê bi lez û bez em derxistin. Di nîva şevê saet di 24.00'ê de hatin mal hilweşandin. Polîsan em gelek sor kirin û xwestin em êrişî wan bikin lê me xwe paşve kişand. Malên me serûbin kirin.”    'MAL BI SER AJALAN DE HILWEŞANDIN’    Aliya Aktaş jî got ew hatine mexdûrkirin û ev tişt anî ziman: “Tevî 6 zarokên xwe li derve mam. Tiyekî min ê astengdar heye. Em tevek niha li derve di konê de dimînin. Yên ev tişt kirin bila hinek şerm bikin. Îşala heman zilm bi serê wan jî were. Em li ber derî man. Tevekan jî zilm li me kirin. Mal bi serê ajalan de hilweşandin. Ev çend roj in em pisîkên di bin kavilan de mirine ji wir derdixînin.”    MA / Emrullah Acar