Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje 2025-05-13 09:42:28 STENBOL - Rojnameger Alî Bayramoglû biryarên kongreya PKK’ê weke “geşedaneke erênî” nirxand û got ku divê dewlet di mijara sererastkirinên di qanûnan de gavan biavêje.    PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan “xebatên xwe bi dawî kirine”. Rojnameger Alî Bayramoglû ku di “pêvajoya çareseriyê”ya di salên 2013-2015’an de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, biryarên kongreyê yên PKK’ê nirxand.    ‘PÊVAJOYA PÊŞAŞTIYÊ TÊ JIYÎN’   Bayramoglû, biryarên kongreyê weke “geşedaneke erênî” nirxand û got: “Li gorî min em di destpêka veguherîneke pir girîng de ne. Banga Bahçelî, bersiva Ocalan, piştgiriya Erdogan û herî dawî biryara rêxistinê hate ragihandin. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ji hêla rêbaz û nihêrînê ve guhertinek heye. Pêvajoya heyî ez weke pêvajoya pêşaştiyê dinirxînim. Ji ber ku niha ji bo daxwazên Kurdan gav nayên avêtin. Lê li dijî vê şêwe û amûrên siyasetê yên rêxistinê û aktorên Kurd diguherin. Ji çekê ber bi naskirineke qanûnî ve pêşketin heye. Dewlet jî di vê çarçoveyê de hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dike û dê têkoşînên li vir hatine dayin bicih bîne.”    ‘PÊVAJOYA ESASÎ NIHA DEST PÊ DIKE’   Bayramoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyekî din ve jî asayîbûnek çêdibe. Ew jî ew e ku Ocalan ê di girtîgehê de vê pêvajoyê birêve dibe. Îxtîmaleke mezin e êdî Ocalan dê di dewrê de be û pêvajoya bêçekkirinê dê bidome. Erê rast e em hêj di destpêka pêvajoyê de ne û pêvajo hêj nû dest pê dike. Mijara bêçekkirinê girîng e. Gelo ew çek dê bi ku de biçin? Dê bi koordînasyoneke bi dewletê re bên kirin. Her wiha li pêşiya maf û hiqûqa ji bo milîtanan û rêveberên rêxistinê hene.”    'DIVÊ TIRKIYE JI BO AŞTIYÊ GAVAN BIAVÊJE’    Di berdewamê de Bayramoglû diyar kir ku aştiya Tirkiyeyê girêdayî gavên dewlet diavêje ye û wiha pê de çû: “PKK’ê xwe fesix kir lê dê heman aktor bi naveke din siyasetê bikin û nûnertiya pirsgirêka Kurd bikin. Ne DEM Partî lê Ocalan dikare vê vegerînê pêk bîne. Em ê bibînin ji vir û şûnde dê mercên Ocalan çawa ava bibin, qada wî ya bizavê dê çawa pêş bikeve em ê bibînin. Divê ji bo daxwazên Kurdan jî hinek gav bên avêtin da ku aştî pêk were. Da ku Tirkiye bibe welatê Kurd û Tirkan.”    MERCÊN ABDULLAH OCALAN   Bayramoglû, da zanîn ku divê Abdullah Ocalan pêvajoya bêçekbûnê û derbasbûna qada siyasetê birêve bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava tevgera Kurd de bi vî awayî dikare yekitî were avakirin. Heke wiha bû jî divê Ocalan êdî azad bibe. Qet nebe li Îmraliyê şertên ku bikare rehet tevbigere bên avakirin. Ya duyemîn jî divê rêxistin û dewlet ji bo serkeftina pêvajoyê ji hev re bibin alîkar. Divê dewlet di mijara zimanê dayikê û hemwelatiya di destûra bingehîn de gavan biavêje.”    MA / Omer Îbrahîmoglû