ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN 2025-05-16 09:00:19   * Komeleyên herêmî yên Îzmîrê diyar kirin ku divê dewlet li gorî pêvajoyê gavan biavêje û gotin ku ji bo civakîbûna aştiyê hewceye hemû komele di pêvajoyê de cih bigirin.    * Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Zeynep Karayilan diyar kir ku çawa tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê û gelê Kurd hatibe ferzkirin, çareserî jî dê di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê.    * Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn li navenda îşkencexaneyê ya Rihayê nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, got: “Altûn, pir baş birêxistin dikir û mamosteyekî baş bû.”    * Civaknas Demîr Kuçukaydin, diyar kir ku stratejiyên Abdullah Ocalan ên demdirêj, berê dewletê da ye aştiyê û got: “Dewlet hate ser gotina Abdullah Ocalan ên di demên berê de.”   * Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de li 12 tax û 72 gundan xwe gihandine 5 hezar malbatan û got: “Daxwaza sereke ya gel, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”    * Serokê Odeya Zîraetê ya Hezexê Ahmet Yagan diyar kir ku ji ber hişkesaliya li bakurê Kurdistanê 300 hezar donimên erd hişk bûne û xwest dewlet vê zirara cotkaran tanzîm bike.    * Danişîna doza Muammer Ugur ku ji ber tacîza zayendî ya li dijî 4 zarokan tê darizandin, dê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.00)   * Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (10.00-17.00)