Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin 2025-05-23 09:30:22 EDENE  - Malbatên zarokên xwe di pêvajoya şer de winda kirin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Divê dewlet tavilê gavan biavêje.”     Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, PKK’ê kongreya xwe civand û di danezana kongreyê de ragihand ku xebatên xwe bi dawî kiriye. Li gelek bajaran partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo pêvajoyê ji gel re vebêjin derî bi derî digerin. Yek ji herêmên ku xebat lê tên domandin jî navçeya Seyhanê ya Edeneyê ye. Malbatên ku di dema şer de zarokên xwe winda kirin, diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê dewlet erka dikeve ser milê xwe pêk bîne.    'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’     Hevseroka DEM Partiyê ya Ceyhanê Emîne Baykara ku di pêvajoya pevçûnan de 2 zarokên xwe winda kiriye, diyar kir ku divê gel were ba hev û ji bo aştiyê têbikoşe. Emîne Baykara, got: “Cihê rexneyê ye ku dewlet gavan naavêje. Em aştiyê dixwazin û naxwazin xwin birije. Di serî de Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Divê dewlet tavilê gavan biavêje.”    Delîla Bayri ku di şer de zarokek xwe winda kiriye jî got ku ew naxwazin tu kesek bimire û got: “Em li pişt Rêbertiya xwe ne. Daxwaza me aştî û azadî ye.”    'EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN’   Saît Dîkme jî anî ziman ku Abdullah Ocalan ev 40 sal in destê aştiyê dirêj dike lê her carê ev dest li hewa hatiye hiştin û got: “Wekî Yilmaz Guney jî gotiye, em ê teqez bi ser kevin. Yên ji vî welatî û ji vê xakê hez dikn, yên ji vê erdnigariê hez dikin, yên ji Kurd-Tirkan hez dikin divê destê aştiyê dirêj bikin, jidil bin û dûrist bin. Heke em bêyî tirsê hev hembêz bikin dê aştî bê. Bila hêsirên çavên dayikan nebarin.”    'BILA DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Gorgun Kaya jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet tavilê gavan biavêje û wiha axivî: “Gel, piştgiriyê dide Abdullah Ocalan. Bi guhertinên di destûra bingehîn re divê mafên demokratîk ên Kurdan bên qebûlkirin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin.”