ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-24 09:01:09 * Kurê Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin, Mehmet Înan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got, "Eger em bêjin 'aştî', mafê kesên berdêl nadin nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'."  * Yek ji xizmên windayan Eren Baskin got ku divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên rakirin û eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, amade ye ku mirovên bavê wî qetil kirine efû bike.   * Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Keskan Nacî Sonmez diyar kir ku pêwîstî bi 'koalîsyona demokrasiyê' ya mezin heye û destnîşan kir ku di pêvajoya nû de ew ê ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin.   * Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Kenkeş bi bîr xist ku Tirkiye biryara DMME'yê ya têkildarî mafê hêviyê bi cih neaniye û got ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku alîgirê wê ne, neçar e biryarên DMME'yê bi cih bîne.   * Rêxistina ESP'ê ya Dêrsimê ji bo balê bikişîne ser 'girtîgehên wek bîrê' dê li ber avahiya partiyê 2 rojan bikevin greva birçîbûnê. (10.00)   * Dayikên Şemiyê wê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1052'yemîn li dar bixin û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin. (Saet: 12:00)   * ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, wê di roja xwe ya duyemîn de li Qada Şex Sêîd dewam bike. (12:00)   * Xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li Amed, Êlih û Colemêrg wê çalakiyekê li dar bixin. (Saet: 12.00)   * Li Êlih û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku tahliyeya wan tên astengkirin daxuyanî bê dayîn. (13.00-15.00)    * Li Stenbolê wê 686'emîn çalakiya 'Rûniştina F', li Enqereyê jî çalakiya 559'emîn a Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyan wê pêk were . (13:30)   * Rêxistina Bajêr a Enqereyê ya DEM Partiyê wê bi mijara 'Şehîdên Meha Gulanê Nemir in' li avahiya partiyê panelekê lidar bixe. (14:00)   * Li Wan, Êlih û Enqereyê bi boneya pîrozbahiya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wê meş, daxuyanî û çalakî bên lidarxistin. (14:00-20:00)