Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin 2025-05-25 09:37:57 STENBOL - Siyasetmedar Melda Onur diyar kir ku divê îktîdar zimanê xwe biguherîne û got: “Di komîsyona li Meclisê de ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî cih bigirin.”   Wekîla CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên kongreya PKK’ê û geşedanên piştre li Tirkiye û Kurdistanê qewimîn nirxand. Melda Onur, diyar kir ku aştî daxwaza her kesî ye û divê geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê diqewimin li gorî mînakên wê yên cîhanê bên nirxandin. Melda Onur, diyar kir ku her welatekî taybetiyên xwe hene lê di dawiya dawî de ji bo çareseriyê çendek modelên aşkera hene. Melda Onur got: “Mirov dikare aliyên erênî û neyînî yên van modelan bide ber hev û modeleke nû biafirîne.”   Bi domdarî Melda Onur anî ziman ku ji ber mînakên nebaş di demên berê de jiyane ew hinek dudil li pêvajoya heyî dibe û got ku ya herî baş ew e ku kesên aştîxwaz bi hişyarî nêzî pêvajoya heyî bibin.    DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN    Melda Onur, destnîşan kir ku divê tu kes ji ewil hêviyê nede gel û piştre jî her tiştekî serûbin bike. Melda Onur, wiha dom kir: “Lê belê gelek biqîmet dibînim ku pêvajo derbasî zemîna Meclisê kirin. Li gorî min rast nîne ku komîsyona li Meclisê ji hêla Bahçelî ve bê dîzaynkirin. Ji ber ku ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî tê de cih bigirin.”    TEVLIBÛNA MALBATÊN HER DU ALIYAN       Bi domdarî Melda Onur têkildarî pêvajoya aştiyê mînaka li Îrlandayê da û got ku divê maseya tê avakirin gelek berfireh be û ev tişt anî ziman: “Maseya aştiyê ya Îrlandayê piştî hilbijartinekê hate danîn. Hemû partiyên siyasî yên heta astekî deng girtin tê de cih girtin. Piştre jî koalîsyona jinan a ku malbatên her du aliyan tê de cih digirin hate avakirin. Piştre van partî ava kirin. Bi vê yekê re her du aliyan jî gelek mafên sosyal bi dest xistin. Dema em li mînakên Filipîn û Kolombiyayê dinêrin jî dibînin ku ji ewil ziman diguhere. Lê dema em li pêvajoya heyî dinêrin, ziman hêj gelek tûj e.”    ‘LIHEVANÎNA MALBATAN GIRÎNG E’     Melda Onur, daxuyand ku êdî tu kes naxwaze di vî şerî de zarokên xwe winda bike û got: “Îktîdarê, pêvajoya 2013’an bi hinceta kuştina du polîsan a li Serêkaniyê bi dawî kir. Lewma baweriyê nade. Li Filipînê jî provakasyon çêbû lê pêvajo dîsa jî domiya. Anku tiştên wiha teqez çêdibin. Ya din jî îktîdar dibêje ‘meseleya mablatên şehîdan em ê çareser bikin.’ Lê ji bo vê tu planên wan nînin. Li Îrlandayê dema pirsa aliyê herî zor tê pirsîn, dibêjin lihevanîna malbatan e. Ji ber ku pirsgirêk, di heman demê de pirsgirêkeke cidî ya civakî ye. Divê ev yek were fêmkirin.”    ‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BIKARIN BIAXIVIN’   Melda Onur, destnîşan kir ku îktîdar li aliyekî lîstika demokrasiyê dilîze li aliyê din jî polîtîkayên qeyûman didomîne û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî vê rewşê divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên civaka sivîl, malbatên şehîdan, Dayikên Şemiyê û hwd. li ser maseyê bin û gotina xwe bikin. Niha qala destûra bingehîn dikin. Ji ewil divê lijneya meclisa avaker û destûra bingehîn were çêkirin. Heke bi rastî jî qala destûra bingehîn bikin, divê lijne meclisa avaker bê avakirin. Heke îktîdar bibêje ez vê naxwazim, wê demê dê kaos çêbibe.”    MA / Esra Solîn Dal