Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket 2025-06-01 09:04:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 118’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket.  Hejmara 118’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket. Di vê hejmarê de kovar li ser kesên di bin çavan de hatine qetilkirin û berxwedan û têkoşînên piştî van windakirinan hatine destpêkirin, disekine.    Nivîsên di vê hejmarê de ev in:     * Jin, şîn, berxwedan / Eren Keskîn   * Şopa Şukranê li pey xwe hiştî, nîşeya li dîrokê neqişandî / Reyhan Baydemîr Yalçindag   * Têkoşîna bîr, heqîqet û edaletê / Hevpeyvîna Koma Kovara Jinê bi Dayikên Plazo De Mayoyê re kirin   * Têkoşîna jinan a di dema guherîn û avakirinê de li dijî mêrîtiyê / Ebru Gunay   * Jin ne jinên berê ne! / Oya Açan