Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê 2025-06-18 16:04:11 STENBOL - Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya nîqaşên pêvajoya nû de çû serdana MUSÎAD’ê.  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakrhan Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Têkiliyên Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî Berpirsyar Ozlem Gunduz û Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç, çûn serdana navenda Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) a li Bakirkoyê û bi serokê wê Burhan Ozdemîr re hevdîtin kir.    Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di hevdîtinê de li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, şerê Îran û Îsraîlê û geşedanên li herêmê hatin axaftin.