Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin 2025-06-23 10:46:43 AMED - ÎHD'ê bi malbatên PKK'î û leşkeran ên zarokên xwe di şer de winda kirin re civiyabû. Malbatên tev li civînê bûn, diyar kirin ku ji bo êşên hatine kişandin careke din neyên kişandin divêbi destên hev bigirin û aştiyê pêk bînin. Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi biryara PKK'ê ya ji bo fesîxkirinê,  nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd zêdetir bûn. Rêxistinên civakî yên sivîl jî hewl didin bi çalakiyên cuda tevkariyê bikin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 21-22'ê Hezîranê de di civîna bi navê "Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edaletê" de malbatên PKK'î û leşkeran ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane anîn cem hev.   Dayika Rozerîn Çukur (17) Fahriye Çukur a ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê segvanan ve hatibû kuştin, Fahriye Çukur jî tevli civînê bû. Fahriye Çukur diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got, "Divê êdî rondikên çavan nebarin, dayik negirîn. Em zarokên xwe mezin dikin, ew dikujin, dixin girtîgehê, sirgûn dikin. Dema dewlet gavekê bavêje em du gav diavêjin. Dayikên Kurd û Tirk îro li hev kom bûne. Her wiha em ji bo wan pir xemgîn in. Dîsa jî me xwest ku ev pêk were. Dema zarokên me tên kuştin em bang dikin. Divê dayikên leşker û polîsan jî werin ba me. Em bibin yek, çima zarokên me tên kuştin? Tên me dikujin, dibêjin 'hûn terorîst in'. Keça min xwendekar bû, xwendara lîseyê bû. Xwendekara dewletê bû; dema hat kuştin , bû ' terorîst '. Em aştiyê dixwazin, em qenciyê dixwazin. Polîs, leşker, malbatên gerîla werin em li hev bicivin, em bibin yek. Bila dilê me yek be. Dema em hemû bibin yek, wê dîsa jî aştî pêk were."   ‘TENÊ DAYIK DIKARIN AŞTIYÊ BÎNIN’   Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz da zanîn ku xwîn bi xwînê nayê şûştin û wiha got: “Înşalleh wê careke din deste Kurdan li hewa neyê hiştin, mîna salên bihurî nexapin. Êdî bes e. Dilê dayikên Kurd dişewite, dilê dayikên leşkeran dişewite. Em çareseriyekê ji bo welatê xwe dixwazin, em dixwazin ev xwîn raweste. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Me hezkiriyên xwe winda kir, gundê me şewitî, em rastî îşkenceyê hatin, me girtîgeh dîtin, lê dîsa jî em dayik banga aştiyê dikin. Tenê dayik dikarin vê aştiyê bînin. Eger îro em bi dayikên Tirk re mil bidin hev, ez bawer im wê ev şerê qirêj hê zûtir bê sekinandin. Ji ber ku ew dayik in ku dilê wan dişewite. Ji ber vê yekê dayik ji her tiştî re amade ne. Divê dayikên Tirk ji aştiyê netirsin.”   MALBAT AŞTIYÊ DIXWAZIN   Şerafettîn Işik diyar kir ku kurê wî Feyzullah Işik li Alemdaga Stenbolê  di sala 2008’an de di leşkeriyê de di bin navê întîxarê de hatiye kuştin. Işik, diyar kir ku ew pêvajoya aştiyê erênî pêşwazî dikin û wiha got: "Bila êdî mirov nemirin, edalet bi ser bikeve. Kurd ji ber ku Kurd in bi neheqî têne kuştin. Malbatên kesên ku bi neheqî hatine kuştin dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Bila ti dayikên din negirîn.”   JI BO ROBOSKÊ BANGA RÛBIRÛBÛNÊ   Velî Encû ku di nav 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de dema balafirên şer bombe li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê barandin, gelek xizmên wî hatin kuştin, diyar kir ku ew wek malbatên ji Roboskê pêvajoya aştiyê pir hêja dibînin. Encu bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Kurd bi bicihanîna berpirsyariyên xwe gavan diavêjin û anî ziman ku dewletê ti gaveke şênber a ku baweriya Kurdan bi dest bixe, neavêtiye. Encu da xuyakirin ku divê dewlet di dema herî nêz de gavên pêwîst biavêje.   Encû da zanîn ku divê ji bo Komkujiya Roboskê hevrûbûn çêbibe û malbat dê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin.    KURDÎ ZIMANÊ X NÎN E   Hevjîna Mehmet Sîncar, Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasî (DEP) Cîhan Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat qetilkirin got, “Divê nasname û zimanê Kurdî nebe 'X'. Me Kurdan ji bo aştiyê gelek têkoşîn meşand, me berdêl dan. Hevserê min wekîl bû, li Êlihê ew kuştin. Hêzên di nava dewletê de ji ber ku aştiyê naxwazin ew qetil kirin. Gotin, 'Bila rê nedin ku ev rêya demokrasiyê vebe, em yên li ser navê demokrasiyê dixebitin ji holê rakin'. Lê belê bi kuştinê re wê ne gelê Kurd ne jî şexsiyetên demokratîk xilas nebin.”   Cîhan Sîncar bal kişan ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî başûrê Kurdistanê û wiha got: "Em hemû li benda aştiyê ne. Lê em naxwazin kes li ser navê aştiyê şer bike. Pêşî divê şeran rawestînin. Ev şerê ku didome çi ye? Eger niyet paqij be, divê di serî de dawî li vî şerî bînin."   Cîhan Sîncar bilêv kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê malbatên mexdûr û wiha got: "Pêwîst e her du alî daxwazên xwe bînin ziman. Em bang li wan dikin ku werin û em fikir û mejiyê xwe bikin yek. Sîstema ku ev welat ava kir, di nava xwe de kesî qebûl nake. Zarokên we jî hatin kuştin, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û gundên me hatin valakirin. Me şahidî ji hezaran tiştan re kir. Serokê Gelê Kurd ji bo aştiyê gaveke pir mezin avêt. Weke kesên ku berdêla vê mijarê didin berpirsyariya me ye."   MA / Rukiye Payîz Adiguzel