Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest 2025-06-26 17:04:01 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Ingilistanê tev li gelek çalakiyan bû. Bakirhan, têkildarî pêvajoya heyî agahî da û daxwaza piştevaniyê kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Ingilistanê tev li gelek çalakiyan bû. Bakirhan û şandeya pê re, ji ewil bi rayedarên saziya ramanê Chatham House re hevdîtin kir ku li seranserî cîhanê navdar e. Siyasetmedar û gelek kes tev li hevdîtinê bûn. Di civînê de têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd agahî hatin dayin û perspektîfa ji bo çareseriya şer û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hate vegotin.    Bakirhan, piştre jî tev li sempozyuma li Kamaraya Lordan hate lidarxistin bû. Ji siyasetmedarên Kurd Osman Baydemîr û siyasetmedarên Ingilîz jî tev li sempozyumê bûn. Eleqeyeke zêde bo sempozyumê hebû. Bakirhan, têkildarî pêvajoyê agahî da û daxwaza piştevaniyê ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.    Bi domdarî Bakirhan got ku statukoya 100 sal berê li herêmê hatiye ferzkirin bi xwe re alozî, şer û pevçûn aniye û got ku divê pirsgirêkên li herêmê bi nêrîn û felsefeyeke nû bên çareserkirin.