Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê 2025-06-29 08:59:03   BEDLÎS – Mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi şîara "Em riya aştiyê bi hunera azad ve girêdidin" hat organîzekirin di roja xwe ya duyemîn de bi bernameya îmzekirina nivîskaran û konsera Suavî berdewam kir.   'Mîhracana Çand û Hunerê ya Tetwanê' ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ve bi dirûşmeya 'Em rêya aştiyê bi hunera azad biavêjin' tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir. Festîvala ku bi çalakiya îmzekirina pirtûkan dest pê kir, danê êvarê bi konsera hunermend Suavî dewam kir. Beriya ku Suavî dest bi konserê bike, parlamenterê Bedlîsê yê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Ogan axaftineke kurt kir.   Ogan wiha axivî: “Eger îro em dikarin bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi hunera xwe, bi çanda xwe û hebûna xwe li van xakan mîhrîcanekê li dar bixin, ev bi saya wan kesan e ku ji bo vê têkoşiyane. Ez li hemberî yên di vê mijarê de ked dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”   Konser heta saetên dereng berdewam kir, wê di roja 3'emîn a mîhrîcanê de atolye û konsera zarokan bê lidarxistin.   Bernameya roja 3’emîn a mîhrîcanê bi vî rengî ye:    Atolyeya zarokan: Saet 15:30    Lîstika zarokan: Saet 19:00    Tîma Zarokan a Êlihê û konsera xwendekarên konserê yên Şaredariya Tetwanê: Saet 20:00