Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin 2025-06-29 10:29:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên hewayî yên di nava 24 saetan Îsraîlê li Xezeyê pêk anî de herî kêm 81 Filistînî hatin qetilkirin û zêdetirî 400 kes birîndar bûn.  Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya di bin rêveberiya Hamasê de ragihand ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawî de herî kêm 81 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn. Wezaretê, diyar kir ku ambulans û komên parastina sivîl ji ber astengiyên dil rêyan de nikarin xwe bigihînin mexdûran.    Li gorî nûçeya BBC'ê; di roja şemiyê piştî nîvro de li dijî konên li nêzî Stadyuma Filistînê êriş hate kirin û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrişên li dijî Al-Mawasi û Tuffahê de jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Gelek zarok û sivîl birîndar bûn.    Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) hêj têkildarî êrişan tu daxuyanî nedane û di roja înê de ragihandibû ku rayedarê payebilind ê leşkerî yê Hamasê Hakham Muhammed Îsa el-Îssa kuştine.    Serokê DYA’yê Donald Trump jî bi daxuyaniyekê got ku dibe ku hefteya pêş li Xezeyê agirbestek bikeve meriyetê û diyar kir ku hevdîtinên agirbest û dîlgirtiyan ên di navbera Îsraîl û Hamasê de xitimî ne.    Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha herî kêm 56 hezar Filiîstiniyan jiyana xwe ji dest dane.