Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne 2025-07-04 09:05:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku ew ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd ji Herêma Kurdistana Federe hêvîdar in û got: "Li wir derfeteke çareseriyê heye. Wekî ku birêz Ocalan got, divê avakirina neteweyeke demokratîk li her cihê ku Kurd lê dijîn pêk were."   Di demên dawî de bi lezbûna pêşketinên herêmî, bangên ji bo "yekitiya neteweyî" careke din di nav tevgera siyasî ya Kurd de ketine rojevê. Her çend hevsengiyên guherbar ên li Rojhilata Navînê, destkeftiyên Kurdan li erdnîgariyên cuda û gefên ku ew pê re rû bi rû dimînin, pêşxistina stratejiyeke hevpar ferz dike jî, di vê çarçoveyê de, pêwîstiya "yekitiya neteweyî" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e destnîşan dike, careke din girîng bûye. Abdullah Ocalan di peyama ku di hevdîtinên dawî de şand de îşaret bi yekitiya neteweyî kir.   Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Ahmet Karamûs, der barê hewldanên yekitîyê û gavên pêşerojê de nirxandin kir. Ahmet Karamûs got ku gelê Kurd bi sedsalan e daxwaza yekitîya neteweyî dike, lê ev daxwaza wan bi awayekî sîstematîk hatiye astengkirin.    ‘ASTENGIYA SERE HÊZÊN DAGIRKER IN'   Karamûs bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo yekitiyê û got: "Hewldanên ku ji hêla KNK'ê ve tên kirin, yekitiya neteweyî gihandiye asteke diyarkirî. Lêbelê, bandora hegemonîk a hêzên dagirker ên li herêmê wekî astengiya sereke ya li pêşiya hewldanên yekitiyê radiweste." Karamûs diyar kir ku hesreta gelê Kurd a ji bo yekitiya neteweyî ku bi sedsalan e tê meşandin, ne ji ber cudahiyên îdeolojîk, lê ji ber feraseta ku ji hêla hêzên "dagirker" ve hatiye afirandin tê asteng kirin û got: "Feraseta dewleta neteweyî ya sedsalî li Kurdistanê bi rêya perwerde û rêbazên îdeolojîk berdewam dike. Sedema sereke ya astengkirina yekitiya neteweyî ya Kurd ev têgihîştina hegemonîk e. Bê guman, cudahiyên îdeolojîk di navbera partiyan de hene. Lêbelê, bi raya min, ev cudahî ne astengiyên li pêşiya yekitiyê ne. Astengiya sereke ew e ku Kurdistan li çar parçeyan tê dagirkirin û ev dewletên dagirker bi awayekî sîstematîk gelê Kurd parçe dikin û bi rê ve dibin."   ‘AŞTIYA CIVAKÎ PÊKAN E'   Karamûs destnîşan kir ku armanca KNK'ê avakirina tifaqeke siyasî nîne û armanca sereke misogerkirina yekitiya neteweyî ye û got ku avakirina yekitiya neteweyî dê aştiya civakî jî bîne. Karamûs got: "Pêdivî ye ku civak bi hemû reng, cudahî û kategoriyên xwe were cem hev. Pêdivî ye ku qadeke hevpar were avakirin ku dê berjewendiyên neteweyî biparêze. Xebata ku li her çar parçeyan were kirin, divê li gorî şert û mercên taybetî yên wê parçeyê were plansazkirin. Pêşî, divê di navbera hemû Kurdan de qadeke hevpar were avakirin. Em dikarin bi vî rengî xebata yekitiya neteweyî ya Kurd bikin. Divê rewşa heyî ya Kurdistanê jî di avakirina yekitiya neteweyî de were berçavgirtin. Divê partîyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li gorî rewşa herêmî xebata yekitiya neteweyî bikin. Divê gel jî di nav van xebatan de cih bigire. Li Başûr çareseriyek li ber çavan e û ji ber vê sedemê em pir hêvîdar in. Divê stratejiyeke hevpar ji bo avakirina yekitiya neteweyî were şopandin. Divê her çar parçe werin berçavgirtin û gav li gorî wê werin avêtin."   ASTENGIYÊN LI BER YEKITIYÊ   Karamûs diyar kir ku cudahîyên îdeolojîk û siyasî yên di navbera partîyên Kurd de bandoreke neyînî li ser çar beşên Kurdistanê jî kiriye û got: "Ger yekitîya neteweyî pêk nehatibe, ev ne ji ber pirsgirêkên îdeolojîk e. Lêbelê, ew faktoreke girîng e. Lêbelê, ji bilî van faktoran, rewşên mezintir jî hene ku yekitîyê ji hev diqetînin. Yek ji van faktoran parçekirina Kurdistanê ye. Dewletên dagirker dizanin ku ger Kurd yekitîyê pêk bînin, ev rewş dê li dijî berjewendîyên wan be. Avabûna yekitîya neteweyî ya Kurd jî dê bibe sedema guhertineke mezin a ferasetê. Her Kurdek li çar parçeyan rastî pratîkên cuda hat û rastî oto-asîmîlasyonekê cidî hat. Ev rewş polîtîkayek e ku ji hêla feraseta dagirker ve li ser hebûna Kurd tê meşandin. Ev feraseta dagirker faktora herî mezin e ku pêşî li avabûna yekitîya neteweyî ya Kurd digire."   'EM JI BAŞÛR BI HÊVÎ NE'   Karamûs bal kişand ser hin pêşketinên erênî li Herêma Kurdistana Federe û got ku ew hêvî dikin ku ev pêşketin li deverên din jî belav bibin. Karamûs got: "Li Kurdistana Federe derfeteke çareseriyê derketiye holê. Bi heman awayî, li Rojavayê jî hewldanên cidî hene. Ev yekitî dikare bi awayên cuda li Bakur û Rojhilatê pêş bikeve. Pêşniyaz û nirxandinên birêz Abdullah Ocalan li ser vê mijarê ji bo me girîng in. Perspektîfa Ocalan ji bo avakirina neteweyeke demokratîk li cihekî navendî ye."   BANGA BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ LI CIWANAN   Karamûs ku bal kişand ser rola ciwanan di avakirina yekitiya neteweyî de jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Avakirina neteweyeke demokratîk tenê bi beşdarbûna hemû beşên civakê ya li vê pêvajoyê pêkan e. Ciwan beşeke civakî ya dînamîk e ku ji bo modernîteya demokratîk vekirî ye. Ciwan jî di guhertin û veguherînê de roleke sereke dilîzin. Wekî ku birêz Ocalan destnîşan kir, avakirina civakeke demokratîk ne tenê li yek beşê, lê li her deverê ku Kurd lê dijîn divê were kirin."   MA / Zeynep Durgut