Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin 2025-07-04 11:37:37 WAN - Li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê ji bo mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyan.   Li  Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê li girtiyên di qawişên C-9, C-13, C-16, C-33 û C-21'ê dimînin bi hinceta çalakiya “dengderxistinê”, ji bo mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê hat dayin. Di 18’ê Adarê de dema 3 girtî ji revîrê diçûn qawişan, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Li ser vê yekê, girtiyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Hate diyarkirin ku piştî vê bûyerê îdareya girtîgehê cezayê qedexeya hevdîtinê da girtiyan.    Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê, bi bihîstina biryara qedexeyê re bertek nîşan dan.