Li Şirnexê tundiya mêr 2025-07-06 11:05:29   ŞIRNEX - Kesê bi navê F.D. ku li bajarokê Dêrgûlê dijî, dayika xwe H.D. derb kir.    Kesê bi navê F.D. ku li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê dijî, dayika xwe H.D. derb kir. Piştî cîranên wan agahî dan, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.    H.D. ku di encama derbkirinê de birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.